ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-10-2026
3 îlon, 2026   02:00

Hiqûqnas Rojîn Xişo anî ziman ku serxistina pêvajoya veguhêz girêdayî mîsogerkirina mafên jinan di aliyê destûrî û yasayî û xurtkirina beşdariya wan di hemû qadan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwişkên bi navên Bîlar û Cûrî di nava Koma Orkestraya Rojava de beşdarî Mîhrîcana Zarokan a 11`em dibin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekar û malbatên wan ên ji Girkê Legê biryara Wezareta Perwerdeyê ya perwerdeya 3 waneyan bi zimanê kurdî di hefteyê de, red kir û got ev biryar mafê xwendekarên Kurd ê hînbûna bi zimanê dayikê pêk nayne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Koçberên ji Serêkaniyê daxwaz dikin beriya zivistanê vegerin warê xwe, malên xwe lê bikin û dawî li koçberiyê were.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên Tirbespiyê diyar kir ku derengmayîna dayîna pereyên genim zirareke mezin li cotkar û gel kir û got ew ê sala were êdî genim neçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Til Temirê sala nû ya xwendinê di demekê de ku avahiyên perwerdeyê kêm in, tê pêşwazîkirin. 11 dibistan hatine wêrankirin, di 6’an de koçber dimînin û 18 jî ji xizmetê derketine. Vê jî hiştiye ku zêdetirî hezar û 500 xwendekar ji perwerdeya xwe dûr bikevin. Ji bo sererastkirina dibistanên ku zirar dîtine xebat hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xelkê bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Şêxo Îsa li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê bajarê Til Temirê bi daxwaza başkirina rewşa jiyanê û kêmkirina bihayan çalakiyekê li ser rêya M4 li dar dixe, saet 19.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN.

-Çalakiyên Festîvala Zarokan a 11’emîn bi dawî dibe, saet 15.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN.

- Xelkê bajarên Çilaxa, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî dayîna 3 waneyên zimanê Kurdî di hefteyê de xwepêşandanan li dar dixe, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN.