Di çapemeniya erebî de şerê DYA-Îranê û bandora wî ya li ser Lubnanê 

Çapemeniya erebî diyar dike ku derfeta agirbest û çareseriyê di şerê Îran û DYA’yê û rewşa li Lubnanê de dê girêdayî pevçûnên herêmî yên berfireh bin.

Di çapemeniya erebî de şerê DYA-Îranê û bandora wî ya li ser Lubnanê 
3 îlon, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê, bandora wî li ser nexşeya herêmê, pêşeroja Lubnanê û başûrê Lubnanê, şerê Îsraîlê û pêvajoya dan û standinê, mijarên îro yên çapemeniya erebî ne.

‘WASHINTON Û TEHRAN JI ÇARESERIYÊ BER BI STRATÊJIYA DERKETINA LI HEMBERÎ HEV’

Rojnameya El Quds El Erebî berê xwe da qonaxa piştî “muzekereya lihevkirinê” ya di navbera Washinton û Tehranê de û destnîşan kir ku çareserî rê li ber domandina êriş û hewldanên zexta siyasî û aborî negirt, dûre careke din vegeriyan derketina li hemberî hev.

Rojnameyê destnîşan kir ku veguhertina têkiliya di navbera her du aliyan de ji ezmûna derfeta lihevkirinê derbasî qonaxeke girantir bû, mijara çareseriyê hîna li dar e, lê derfet zehmet bûne.

Di rojnameya Independent Erebiya de bi sernavê “Îran û stratejiya êrişên ber bi pêş ve” gotarek hate weşandin. Di gotarê de bal kişandin ser veguhertinên stratejîk ên Îranê û peyamên ku ji hêla fermandarên Îranê ve li hemberî zextên DYA’yê hatine dayîn.

‘BAŞÛRÊ LUBNANÊ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û PÊVAJOYA DAN Û STANDINÊ DE’

Rojnameya El Mudun analîzek bi sernavê “Lubnan di hesabên Îsraîlê de: Başûr kaxezeke Netanyahu ya hilbijartinan e” weşand. Di analîzê de bi awayekî yekser girêdana siyaseta Îsraîlê ya li hember Lubnanê û hilbijartinên parlamentoyê yên Îsraîlê yên di 27`ê Cotmehê (2026) hate vegotin.

Di analîzeke din de ku malpera El Mudun bi sernavê “Îsayê lubnanî û hevdîtina Netanyahu: Senaryoyên dan û standinan û Elî El Tahir” daye, behsa tevgerên DYA’yê yên girêdayî pêvajoya dan û standinên Lubnan-Îsraîlê, her wiha girîngiya herêma Elî El Tahir a li başûrê Lubnanê tê kirin.

(sb)