ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-8-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-8-2024
16 tebax, 2024   02:00

Jinên ji kantona Firatê diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest xistine û got heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî dê li qadên têkoşînê bin.

Siyasetmedaran li kantona Reqayê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî kantona Dêrazorê şermezar kirin û got ev êriş li pêşiya çareseriya navxweyî bend in.

Jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî kir.

Muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî berjewendiya gelê Sûriyeyê ne û li gorî şertên normalîzekirina bi dewleta Tirk re ne. El Siwêd got kî şerê Rêveberiya Xweser bike, dijminê gelê Sûriyeyê ye.

Şengaliyên ku hîna birînên wan ên ji ber fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nekewiyane, bi plan û komployên qirkirinê re rû bi rû ne. Herî dawî bi rêya porovokasyonan hewl didin nakokiyan di navbera şengaliyan de derxin da ku planên xwe li Şengalê pêk bînin.

Partiya Yekitiya Suryanî bi boneya salvegera 11ˊan a girtina serokê partiyê Seîd Melekî ji hêla hikumeta Şamê ve li Navenda Komeleya Çandê ya Suryan a Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 19:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)