Ciwanên Silêmaniyê Cejna Vejînê pîroz kir

15ˊê Tebaxê, Cejna Vejînê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Ciwanên Silêmaniyê Cejna Vejînê pîroz kir
15 tebax, 2024   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Silêmaniyê bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê pîrozbahî lidarxistin. Ciwanên ku agir pêxistin, dirûşmeyên azadî û serkeftinê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker û xiyaneta PDK’ê jî proteso kirin.

Ciwanan dan zanîn ku ew ê bi hêz û îradeya xwe Kurdistanê biparêzin û di vê çarçoveyê de xebat, çalakî û tekoşîna xwe heta azadiyê bidomînin.