15’ê Tebaxê û salvegera rizgarkirina Minbicê hatin pîrozkirin

Şêniyên kantona Minbicê bi dirûşma "15’ê Tebaxê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn vejînek nû ye" salvegera 40’î ya Pêngava 15’ê Tebaxê û salvegera 8’emîn a rizgarkirina kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

16 tebax, 2024   09:00
MINBIC

Bi boneya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê û salvegera 8’emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê duh ber êvarî şahiyeke girseyî li Stada 4’ê Nîsanê ya li bajarê Minbicê hat lidarxistin. Şahî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê ve bi beşdariya bi sedan şêniyan pêk hat.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê Sîham Hemo salvegera rizgarkirina kantonê li şêniyan pîroz kir. Sîham têkildarî 15’ê Tebaxê jî got, " 15’ê Tebaxê rojeke dîrokî ye û mîladeke nû ye ku şêniyên Minbicê piştî rizgariya ji zilm û terorê azad kir. Ev azadî bi saya keda şehîdên me pêk hat."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şerîda got: "Em li hemberî êrişên herî hovane çi yên rejîma Tirk û çeteyên wê be, çi yên bermahiyên Baasê be tê dikoşin. Em di pêşxistina projeya xwe ya demokratîk de bi israr in. Em ê berxwedan, parastin, avakirina jiyaneke hevbeş bidomînin."

Di dewama pîrozbahiyê de hevserokê Meclia Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê Rebîh El Hemada di axaftina xwe de banga parastina destkeftiyên şehîdan kir û wiha domand "Em ji êrişkdar û çavbirçiyan re dibêjin em ê li vir bin, em ê li ber xwe bidin, dê şahiyên serketina me berfireh bibin, ji Kobanê heta Baxozê wê Efrîn û tevahî deverên dagirkirî rizgar bibin ta rojhilateke navîn a demokratîk mîsoger bibe."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman bal kişand ser yekitî û hevgirtina gelan û got: "Yekitî û hevgirtina me hêza me ye. Yekitiya me li hemberî hewldanên derxistina fitneyan hêza ku tu kes nikare wê bişîne. Herêmên me yên rizgarkirî wê qet nebin cihên êrişkar û talankeran.  Em li pêşberî ezmûneke dîrokî ne. Em soz didin dê meşa ber bi siberojeke ronak, bi rûmet û edaletî ve berdewam bikin. Em ê herêmên xwe, moldela xwe ya pêkvejiyan û projeya xwe ya nîştimanî biparêzin."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Riwêda Hinêzil jî di axaftina xwe de îşaret bi kiryarên DAIŞ  û wiha domand: "Jinan para mezin ji zulma DAIŞ’ê wergirtin. Lê bi saya hevgirtina keç û xortên Minbicê em ji terorê xilas bûn. Xwîna tevahî pêkhateyan di rêya rizgarkirinê de tevlihev bû."

Ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fehed El Şilaş diyar kir ku beriya 8 salan Minbicê bi saya hevgirtina gelê wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û got: "Ji dema rizgarkirinê ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker,  dijberên azadî û demokrasiyê dixwazin tola têkçûna DAIŞ’ê hilînin, lew re bi hemû rêbazan hewl didin projeya nîştimanî ya ku dikare çareseriyeke rasteqîn mîsoger bike û yekitiya sûriyeyan biparêze, ji holê rakin."

Şilaş di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwdana QSD’ê ya li hemberî êriş û hewldanên derxitina tevlihevî û têkbirina ewlehiya herêmê.

Piştî axaftinan, senevîzyoneke li ser pêngava rizgarkirina Minbicê, xebatên jinûve avakirina vê bajar û saziyên Rêveberiya Xweser a Minbicê hat temaşekirin.

Di dawiyê de komên çand û hunerê yên Minbicê, Reqa, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan, her wiha hejmareke hunermendên Minbicê hunerên xwe pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA