ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 04-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 04-07-2025
4 tîrmeh, 2025   02:00

Xelkê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê daxwaza hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî temsîla cewhera xwestekên wan dikin û bingeha çareserî û aştiya li herêmê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî biryara Meclisa Gelan sîstema komîn û meclisan jî ji nû ve tê sererastkirin. Li kantona Cizîrê jî dê 2 hezar û 69 komîn ji nû ve bêne birêxistinkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Dema zimanê wê aciz bû xwe derbirîne, hêstirên wê êş vegotin. Çîroka Arziye, ku ji ber bêrîkirina xwe ya dijwar a ji bo Efrînê şiyana tevger û axaftinê winda kir, trajediya bi hezaran malbatan vedibêje ku dilê wan hîn jî bi hêvî û xewna vegera malên xwe, bêyî dagirkerî û binpêkirina çeteyan, lêdide. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakgerên civaka sivîl ên Sûriyeyî diyar kir ku îro welat şertgirê desthilata defakto ye ku çewisandineke dualî ferz dike bin û ji bo avakirina dewleteke rast a li ser bingeha destûreke azadî û edaletê misoger bike binesaziya pêwîst tune ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Pisporên tenduristiyê diyar kirin ku ji ber germahiya havînê û bikaranîna ava ne paqij, nexweşî belav bûne û ji welatiyan xwestin di germahiyê de dernekevin derve û ava paqij vexwin.  BI WÊNE Û DÎMEN