Şehîd Stêra Sîser li Helebê hat bibîranîn

Di merasîma bibîranînê ya şehîd Stêra Sîser de, axêveran tekezî li ser pabendbûna bi prensîbên jinên azad, li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, têkbirina zihniyeta baviksalar û vegerandina nasnameyê kir.

3 tîrmeh, 2025   23:08
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlaya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Stêra Sîser (Sêvda Koşan) a ku di 2024’an de li herêma Asûsê şehîd bûye, merasîmek xiyabî li dar xist.

Merasîm li qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat lidarxistin. Di merasîmê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn amade bûn.

Di merasîmê de rêvebera Saziya Gaziyan Roşîn Hesen têkoşîna şehîd Stêra Sîser li Rojhilatê Kurdistanê û berxwedana wê li hember pergala melalî ya ku hebûn û nasnameya jinan înkar dike, bi bîr xist.

Roşîn diyar kir ku jinên Kurdistanê yên li çar parçeyan bi ruh û vîna jina azad têkoşîna xwe li hember mêtingerên ku rastiya Kurdistanê û azadiya gelê wê red dikin, dewam dike.

Roşîn Hesen domandina têkoşîna jinan a li 4 parçeyên Kurdistanê teqez kir.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Henan jî axivî û soza parastina nirx û destkeftiyên şehîdan û şopandina rêya wan dubare kir.

Birayê şehîd Stêra Sîser, Çiya Koşan got malbat bi şehadeta keça xwe serbilind e û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qenber wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(mh/fr)

ANHA