Li Qamişloyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat organîzekirin

Li Parka Azadî ya Qamişloyê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de girseya gel beşdar bû.

3 tîrmeh, 2025   23:50
QAMIŞLO
CUWÊL XETÎB

Desteya Çandê ya kantona Cîzirê di çarçoveya çalakiyên kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, li Parka Azadî ya Qamişloyê, bi diruşma "Em ê ji afirîneriya hunerî jiyana komunal ava bikin û li Kurdistana azad em ê Rêber Abdullah Ocalan hembêz bikin", çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan şênî, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Xelîl Tehlo axivî û got ev çalakî di çarçoveya bersivdana Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de hat lidarxistin. Tehlo anî ziman ku banga Rêber Apo ne tenê ji bo pêkhateya Kurd e, lê tevahî pêkhateyên civaka demokratîk û aştiyane di nava xwe de dihewîne.

Di çalakiyê de komên mûzîkî û stranan beşdar bûn. Ji koma Botan a Stranan hunermend Sumeye Mihemed Newroz Silêman, Rêzan Bekir û Keder Hisên beşdar bûn û koma Şehîd Rêwa a dîlanê, govendên folklorîk pêşkêş kirin.

Gelek hunerên di çalakiyê de hatine pêşkêşkirin, bi coş û kêfxweşî pêwazî kirin.

(fr)