ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 01-07-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 01-07-2025
1 tîrmeh, 2025   02:00

Xelkê kantona Reqayê destnîşan kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo hemû gelên azadîxwaz û demokratîkxwaz girîng e û got "Hebûna Rêbertî di nav me de, wê gelek pirsgirêkên li herêmê çareser bike." BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî li dibistanên Hesekê di şert û mercên dijwar de dijîn, êş û derdên nexweşî û nebûna piştgiriyê dikişînin. Tenê hêviyeke koçberan heye ew jî ku vegerin malên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Helebê diyar kir ku ji bo doza rizgariyê ew pabendî fikrên Rêber Abdullah Ocalan in û diyar kir ku ev fikir hîma bingeh a xwerêxistinkirinê, pêşxistina kesayetê û hewldana ber bi azadî û dîtina rastiyê ve, ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Avdanê ya kantona Reqayê diyar kir ku para nivîsgehê ji avê daketiye ji sedî 40. Nivîsgehê bang li cotkaran kir ku pabendî plana (dewreya) çandiniyê bin.

Siyasetmedarên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ligel kontrolkirina welat ji hêla tevgerên îslama siyasî ve, rewşa siyasî ya li Sûriyeyê rûbirûyî astengî û zehmetiyên cidî ye û ji bo vê jî pêwîstî bi avakirina pergaleke demokratîk û sazkirina destûreke ku mafên tevahî pêkhateyan biparêze, heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Hemleya paqijî û hişyariya jîngehê ya ku Meclisa bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel û Gerînendetiya Jîngehê di destpêka Nîsanê de dest pê kiriye, didome û vê hefteyê gihîşt taxa Salhiyê, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Peymangeha Bilin a Huneran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya bidawîbûna sala yekemîn a xwendina wan, li avahiya peymangehê ya Dêrikê yê kantona Cizîrê şahiyekê li dar dixin, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN