Li Qamişloyê semînera li ser Zanîngeha Kurdî ya li Almanyayê

Li bajarê Qamişloyê têkildarî Zanîngeha Kurdî ya Navneteweyî ya Almanyayê, semînerek hat dayîn. Di semînerê de girîngiya pêşxistina perwerdeya bilind a bi zimanê Kurdî û zehmetiyên li pêşiya wê hat nîqaşkirin.

1 tîrmeh, 2025   00:03
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) têkildarî pênasekirina Zanîngeha Kurdî ya Navneteweyî ya Almanyayê li navenda HRRK’ê semînerek da. Semîner ji aliyê serokê Kombenda Almanî - Kurdî û serokê Meclisa Sekreteran a zanîngehê Pr. Yûnis Behram ve hat dayîn.

Di semînerê de rewşenbîr, xwendekar û akademîsyenên eleqeya wan bi çanda Kurdî re heye, amade bûn.

Pr. Behram diyar kir ku armancên zanîngehê pêşxistina perwerdeya bilind a bi zimanê Kurdî, peydakirina zemîneke akademîk a pêşketî ji bo xwendekarên Kurd ên li diyasporayê û berfirehkirina lêkolînên Kurdî li ser asta cîhanê ne.

Behram der barê zehmetiyên li pêşiya perwerdeya bilind a Kurdî de got ku divê saziyên perwerdehiyê yên Kurdî yên li hundir û derveyî welêt ji bo xurtkirina nasnameya çandî û zimanî hevkariyê bikin. Behram diyar kir kir ku derfet heye ku karnameyên qonaxa amadehî yên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê werin guhertin, ku xwendina xwe li zanîngeha Almanyayê dewam bikin.

Behram da zanîn ku UNESCO'yê bi karnameyên Zanîngeha Kurdî ya Navneteweyî îtîraf kiriye û tê de beşên nû yên erdnîgarî, dîroknasî, civaknasî û hemû beşên endazyariyê hatine vekirin.

Di dawiya semînerê de beşdaran pirsên xwe kirin û ji bo zanîngehê coşa xwe nîşan da û got ev ji bo pêşxistina perwerde û çanda Kurdî li ser asta cîhanê projeyeke stratejîk e.

(mh/fr)

ANHA