Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê bang li cotkaran kir: Pabendî plana çandiniyê bin

Nivîsgeha Avdanê ya kantona Reqayê diyar kir ku para nivîsgehê ji avê daketiye ji sedî 40. Nivîsgehê bang li cotkaran kir ku pabendî plana (dewreya) çandiniyê bin.

Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê bang li cotkaran kir: Pabendî plana çandiniyê bin
1 tîrmeh, 2025   07:35
REQA
ENES MIHEMED

Digel zêdebûna krîza kêmbûna ava avdanê ya li kantonê, Nivîsgeha Avdanê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê perspektîvên nû da cotkaran û diyar kir ku para nivîsgehê ya avê kêm bûye.

Têkildarê mijarê, hevserokê nivîsgehê Mihemed Elî ji ajansa me re diyar kir ku nivîsgeh wê ji bilî berhema pemboyan û sebzeyên havînê nikaribe pêdiviyên ava avdanê ji berhemên din re peyda bike û banga pabendbûna bi plana çandiniyê kir.

Elî destnîşan kir ku ji bo projeyên avdanê yên kantonê tenê 70 metredam ji avê heye. Ji wan 20 metredam av ji bo vexwarinê ye. Dimîne 50 metredam jî dê ji bo 90 hezar hêktar zeviyên çandiniyê werin parvekirin.

Elî got: "Para nivîsgehê ya avê 110 metredam bû. Ji bo her hezar hêktarî jî 10 metredam pêwist in. Li gorî wê jî 50 metredam ji bo 90 hezar hêktar têrê nake û ew ê kêm be."

Elî got ku sedema vê kêmbûnê kêmbûna rêjeya avê ya gola Firatê ye û got: "Rêjeya avê ya golê 6 metre daketiye û ew jî ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye. Sedemek din jî heye ew jî hişkesaliya îsal e."

Elî diyar kir ku gol ne tenê ji bo avdanê, her wiha ji bo vexwarinê ye jî û got: "Nivîsgeh di navbera ava vexwarin û avdanê û ava ji bo hilberîna kehrebeyê de hevsengiyê dike. Ev zehmetî jî her diçe zêdetir dibin. Bi taybetî ku piraniya projeyên herêmê xwe dispêrin tûrbînên ku bi kehrebeyê dixebitin."

Elî destnîşan kir ku ji rêjeya avê ya her salê, tenê sêyekek maye û ev jî metirsiyeke mezin dide berhemên îsal.

Di dawiya axaftina xwe de Elî bang li cotkaran kir ku li gorî plana çandiniyê ya Nivîsgeha Îrşadê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê tev bigerin.

Tê zanîn ku cotkarên kantonê piştî berhema genim, bi giranî xwe dispêrin çandina garisê zer û ji bo wê jî av zêde pêwist e.

Li gorî planê, ji bo pemboyan ji sedî 16 û ji bo sebzeyên havînê  ji sedî 3 av hatiye veqetandin. Ev plan, ji bo pêşîlêgirtina pirsgirêkên ji ber kêmbûna ava avdanê derkevin û misogeriya berdewamkirina hilberîna çandiniyê li kantonê, hat danîn.

(mh/fr)

ANAH