Rojeva çapemeniya erebî û cîhanê banga aştiyê ya Rêber Apo ye

Di rojnameyên erebî û cîhanî de banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan rastî eleqeyeke mezin hat.

Rojeva çapemeniya erebî û cîhanê banga aştiyê ya Rêber Apo ye
27 sibat, 2025   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojname û malperên erebî û cîhanê bi eleqeyeke mezin banga aştî ya Rêber Abdullah Ocalan ku îro ji hêla endamên şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ve, di civîneke çapemeniyê li Stenbolê de hatiye dayîn, şopand.

Rêber Apo di banga xwe ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de got: “Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.”

Çend sernivîsên ku di çapemeniya Erebî û cîhanî de derketine ev in:

Monitor: Serokê Kurd Ocalan ji bo çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê, ji bo bidawîkirina şer bi Tirkiyeyê re banga dîrokî kir.

Bloomberg: Serokê Kurd ê girtî ji bo bidawîkirina şer bi Tirkiyeyê banga dîrokî kir

The National: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan bang li koma Kurd kir ku çekê xwe deynin û xwe fesh bikin.

Sky New a Brîtanî: Serokê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku çekê deynin ku beşeke ji hewldanên aştiyê li Tirkiyeyê ye.

Jordan Times: Bi guherîneke mezin…Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku çekê deynin û xwe fesih bikin.

CNN Arabiye: Gaveke, dibe ku salên ji şerê bi Tirkiyeyê re bi dawî bike….Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê dike ku xwe fesih bikin û çekê deynin."

El Eyn El Exbariye El Îmaratî: Bi banga aştiyê tarîtiya zîndanê û pevçûn şikand…Tiştê hûn li ser Ocalan nizanin"

Malpera Resîf 22: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan bang li partiya xwe kir ku çekê deynin û xwe fesih bikin."

Malpera Erebî 21: Peyama dîrokî…Ocalan ji girtîgehê banga fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê û çekdanînê kir."

El Qudis El Erebî El Londonî: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Ocalan bang li partiyê xwe kir ku çekê deynin û xwe fesih bike."

El Erebî El Cedîd El Londonî: Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku çekê deyne û xwe fesih bike: ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe."

El Nehar El Lubnaniye: Ji Ocalan peyama dîrokî: Ez banga çekdanîn û fesihkirina Partiya Karkeran dikim."

El Ereb El Londoniye: Ocalan ji bo bidawîkirina şerê bi Tirkiyeyê re banga aştiyê kir."

El Xelîc El Îmaratî: Bi ragihandina dîrokî de..Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir xwe fesih bike."

El Beyan El Îmaratî: Abdullah Ocalan bang li Partiya Karkerên Kurdistanê kir ku çekê deyne û xwe fesih bike."

El Riyad El Siûdiye: Ocalan banga fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistanê kir."

Ukaz El Siûdiye: "Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê banga fesihkirina partiya xwe û çekdanînê kir."

(fr)