2 bira li Şêxmeqsûdê hatin kuştin

2 birayên hev vê sibehê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin kuştin.

2 bira li Şêxmeqsûdê hatin kuştin
2 mijdar, 2026   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji nûçegihanê me re diyar kir ku 2 kesên li ser motorsîkletekî li nêzî yek ji mizgeftên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, gule berdane 2 birayên hev ên bi navên Ebdo Osman û Hisên Osman. 

Çavkaniyan da zanîn ku ev bûyer saet 10:30`ê vê sibehê rû daye. Sgahiyên dîtir der barê bûyerê de nehatin bidestxistin.

(sb)

ANHA