Xwendina parêznameyan civakeke birêxistinkirî û xurttir ava dike

Xelkê bajarê Til Birakê xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan weke jêdera sereke ya îlhama fikira şoreşgerî dibînin û pratîze dikin.

Xwendina parêznameyan civakeke birêxistinkirî û xurttir ava dike
28 sibat, 2025   02:35
HESEKÊ
AMIR EZAWÎ

Di nav kolanên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê û bajarokên wê de ku dîrok bi guhartinên hemdemî re rûbirû dimîne, bi dehan jin û mêr bi awayekî heftane dicivin û li ser parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan nîqaş dikin. Mijar ne tenê xwendin e, lê belê jinûve xwenaskirin û jinûve civaknaskirin e û pratîzekirina wan e.

ÇIMA PARÊZNAME TÊN XWENDIN?

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Birakê Îvan Silêman diyar kir ku xwendin bi xwe ne armanc e, lê belê navgîna damezirandina civakeke zana ye ku erk û mafên xwe nas bike û got: “Civînên heftane yên li bajêr û gundewarê wî bi armanca analîzkirin û nirxandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ku bûne nexşerêya azadî û wekheviyê ji bo gelan, tên lidarxistin.”

Silêman diyar kir ku di civînan de ne tenê nîqaş tên kirin, her wiha encamên wan li ser erdê jî hatin dîtin wekî pêşxistina zanabûna civakî, xurtkirina rola jinan, têkoşîna li dijî aloziyên navxweyî û gendeliyê.

Silêman destnîşan kir ku tenê fikr bê ku pratîka wê li ser erdê hebe, têrê nake û got: “Gelê ku erk û mafên xwe nas bike dikare destkeftiyên xwe jî biparêze. Em vê yekê jî îro di hevgirtina gel a bi hêzên leşkerî re yên ku herêmê ji gefên derve diparêzin de, dibînin.”

FIKR Û RASTÎ DIBIN YEK: TECRÛBEYA TIL BIRAK

Beşdarên civîn û xelekên xwendinê hewl didin piştî nîqaşan, fikrên ku nîqaş dikin pratîze bikin. Endama Meclisa Til Birakê Henîn Silêman got: “Parêzname ne tenê nivîsên teorîk in, lê belê ew nexşerêya naskirina rastiyê û rastavakirina wê ne."

Henîn Silêman wiha domand: “Dema ku em parêznameyan dixwînin, em dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê nêrîneke siyasî pêşkêş kir, her wiha wî rêbazek ji bo naskirina mirov, civak û dîrokê danî. Ew li ser girîngiya azadiyê axivî, lê di heman demê de girîngî da berpirsiyariyê. Êdî her kesek di civakê de di avakirina pêşerojeke bi edalet de xwedî rol e."

Henîn Silêman diyar kir ku berê li gorî berjewendiyên siyasî, gelê herêmê ji îradeya wî dihat dûrxistin, lê îro bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan êdî gel bi xwe pêşeroja xwe diafirîne û çarenûsa xwe diyar dike.

VEGUHASTINA ÎMRALIYÊ JI BO AKADEMIYEKE FIKRÎ

Endama PYD’ê Ehid Ebdurezaq diyar kir ku tevî hewldanên tecrîdê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan û sînordarkirina fikrên wî di Îmraliyê de, lê dîsa jî ev fikr zindî man û ji tevgerên rizgariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûn nexşerê.

Ehid Ebdurezaq diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha xwe ya Îmraliyê veguhast akademiyeke fikrî û ji gelan jî bûn çeka herî xurt."

Ehid Ebdurezaq destnîşan kir ku gelên ku xwe bi fikrê bi çek bikin, tu carî nayên têkbirin û got: “Gelek hêzên leşkerî ji ber tunebûna nêrînan têk çûn. Gelek şoreş jî ji ber tunebûna fikrekî stratejîk vemirîn. Lê belê îro em dibînin ku projeya Rêber Abdullah Ocalan her diçe zêdetir tê rûniştandin, ji ber ku bingeha wî ne tenê berxwedana çekdarî bû, her wiha avakirina civakeke hevgirtî, berxwedêr û pêşketî bû.”

PARÊZNAME.. DERIYÊ PÊŞEROJEKE CUDA YE

Ev xelek û civîn li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin da ku şênî bizanin ku şerê rastîn ne tenê bi çekê, her wiha bi zanabûn û rêxistinbûnê ye. Li Til Birakê nîqaşên li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan di jiyana rojane de jî cih digirin û beşdar hewl didin wan pratîze bikin û bikin proje.

Bi rêya van xelek û civînan şêniyên Til Birakç dibînin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan neynika rewş û armancên wan in û ji bo derbaskirina zehmetiyên derve û hundir ji wan re dibin destek.

(mh/fr)

ANHA