Dadgeha Îranê cezayê darvekirina 4 xwepêşanderan erê kir

Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirina 4 xwepêşanderên serhildanên Çileyê (2026) erê kir ku, yek ji wan Kurd e.

Dadgeha Îranê cezayê darvekirina 4 xwepêşanderan erê kir
2 mijdar, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mîzan a ser bi desthilata dadweriyê ya rejîma Îranê, der barê sepandina cezayê darvekirinê li ser çar welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê agahî parve kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku cezayê darvekirina Arman Merûfî yê 38 salî ku welatiyekî xelkê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye û di girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de girtî ye, ji aliyê Dadgeha Bilind a welat ve hatiye erêkirin.

Hate destnîşankirin ku ev ceza ji aliyê şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Selwatî, bi tometa beşdarbûna di serhildanên giştî yên Çileyê (2026) de li ser wî hatibû sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku Mîhrdad Mihemedniya û Neşkan Malikî ên ji heman doza Arman dihatin darizandin, di meha Gulanê (2026) de hatibûn darvekirin.

Herwiha hate diyarkirin ku şaxa pêncem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê cezayê darvekirinê li ser sê girtiyên din ên serhildanên Çileyê (2026) sepandiye.

Hate gotin ku yek ji van sê kesan ciwanekî 23 salî yê bi navê Metîn Ferniyane û dadgehê tometa “şerê li dijî Xwedê” xistiye stûyê wî. Ev sê welatî piştî ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, sewqî girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê hatibûn kirin û nasnameya du girtiyên din hîn di bin şopandinê de ye.