Guterres: Banga Ocalan çirûska hêviya aştiyê ye

Sekretera Giştî ya NY’ê Antonio Guterres banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bi "Çirûska hêviya aştiyê" wesif kir.

Guterres: Banga Ocalan çirûska hêviya aştiyê ye
27 sibat, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de got, "Ew çirûska hêviya aştiyê ye."

Beriya çend saetan Rêber Apo di banga xwe ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de got: “Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.”

Stephane Dujarric jî der barê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan de got: "Guterres ev pêşveçûna girîng a ku nûnertiya çirûska hêviyê dike û dibe ku şerê demdirêj a di navbera partiya çekdar a Kurd û desthilatên Tirkiyeyê de çareseriyê bike, pêşwaz kir."

(fr)