Roja Karkerên Cîhanê: Têkoşîna Maf û Dadperweriyê

Di roja 1ê Gulanê de cîhan Roja Karkerên Cîhanê pîroz dike, ku bîranîna serhildana Chicago ya sala 1886`an e, dema ku karker daketin kolanan û daxwaza kêmkirina demjimêrên kar kirin. Ev roj ji sala 1889’an ve ji bo bidestxistina mafên karkeran û başkirina şert û mercên kar tê pîrozkirin.

Roja Karkerên Cîhanê: Têkoşîna Maf û Dadperweriyê
1 gulan, 2025   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal di 1ê Gulanê de, li cîhanê Roja Karkerên Cîhanê tê pîrozkirin, ku bi vê boneyê destkeftên karkeran pîroz dikin û maf û daxwazên wan li seranserê cîhanê radigihînin.

Dîroka roja Karkeran vedigere bûyerek ku di sala 1886an de li bajarê Chicago yê Amerîkayê qewimîbû.Di vê rojê de bi hezaran karker daketin kolanan û daxwaza kêmkirina demjimêrên kar bo 8 demjimêran kirin. Ev xebat encama kedxwariya bi salan û şert û mercên giran ên xebatê yên wê demê bûn. Lê xwepêşandana ku di destpêkê de aştiyane bû, piştî ku polîsên Amerîkî bi tundî destwerdana xwepêşanderan kir û di encamê de çend karker mirin û birîndar bûn, veguherî trajediyekê. Ev bûyer bi navê Bûyera Haymarketê hat binavkirin, û bû çirûska têkoşîna karkeran li seranserê cîhanê.

Piştî vê yekê gelek welatan 1`ê Gulanê weke Roja Karkerên Cîhanê destnîşan kirin, ji bo bîranîna qurbaniyên ku ji bo mafên xwe ketine û ji bo başkirina şert û mercên kar. Di sala 1889an de, Enternasyonala Duyem biryar da ku ev roj bibe Roja Karkerên Cîhanê û cara yekem di sala 1890 de li gelek welatan hat pîrozkirin.

Li piraniya welatên cîhanê ev roj bi xwepêşandan û meşên aştiyane tê pîrozkirin, karker û sendîkavan dadikevin kolanan û daxwaza baştirkirina şert û mercên kar û naskirina mafên xwe dikin. Xwepêşandan li her welatkî ne weke welatê din in, lê ew hemû bangek hevpar dikin: dadmendiya civakî û derfetên kar ên wekhev. Li hin welatan çalakiyên çandî û pêşangehên girêdayî mafên karkeran tên lidarxistin, li hin paytextên mezin jî bi beşdariya bi hezaran kesan meşên girseyî tên lidarxistin.

Li hin welatên din, ku hin sîstemên siyasî hîn nedemokratîk in yan jî mafên mirovan nayên parastin, 1`ê Gulanê dibe derfetek ji bo gihandina peyamên nerazîbûnê li dijî polîtîkayên hukûmetê yên ku azadiya derbirînê sînordar dike û rê li ber çalakiyên aştiyane digire.

Roja Karkerên Cîhanê ne tenê roja bêhinvedanê ye. Lê derfetek e ku em vegerin ser koka têkoşîna ji bo mafên karkeran, newekheviya civakî û aborî protesto bikin û tekez bikin ku karkirin ne barek e, lê belê mafek bingehîne  û navgînek e ji bo bidestxistina dadmendî û rûmetê.

(k)