Karkerên Reqayê daxwazên pêşxistina jîngeha xebatê û dabînkirina derfetên kar kirin

Karkerên bajarê Reqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêvî dikin ku jîngeha xebatê geştir bibe û jêhatiyên pîşeyî werin bipêşxistin, ku derfetên kar ên mayînde û jiyaneke birûmet pêk bînin, da ku siberojeke pîşeyî ya îstîqrartir û geştir misoger bikin.

Karkerên Reqayê daxwazên pêşxistina jîngeha xebatê û dabînkirina derfetên kar kirin
1 gulan, 2025   03:45
REQA
DÎMA MIHEMED

Di çarçoveya pîrozbahiya Cejna Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulan) de, serokê Sendîqeya Yekitiya Karkeran a Reqayê Hemod Hesen Hemod li ser girîngiya pêşxistina jîngeha kar û pêşxistina jêhatiyên pîşeyî yên karkeran û têkoşîna dijî bêkariyê, axivî.

Hemod got ku niha nêzî 500-600 karker bê kar in û ji bo peydakirina derfetên kar ji wan re, hewl tên dayîn. Hemod bang li aliyên berpirs kir ku derfetên kar ên domdar peyda bikin û projeyên mezin vekin û bi rêya erkdarkirinê û sîgortaya civakî mafên karkeran biparêzin.

Hemod diyar kir ku Sendîqeya Yekitiya Karkeran amade ye peymanên projeyên mezin bi rê ve bibe da ku alîkariya karkeran bike û mûçeyên guncaw bide wan û got: "Em bang li aliyên berpirs dikin ku kedên têkoşîna li dijî bêkariyê geştir bike û jêhatiyên karkeran bi pêş bixin."

Girêdayî mijarê, karker Emar El Elî spasiya keda sendîqeyê kir, her wiha spasiya sendîqeyê li ser bilindkirina mûçeyên wan û xizmetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin, kir û hêvî kir ku di havînê de saetên kar werin kêmkirin ku barên karkeran sivik bibin.

Karker Ayşe El Hemed jî hêvî kir ku rewşa wan di pêşerojê de baştir bibe û got ji bo geşkirina pêşketina pîşeyî pêwîstî bi jîngehek xebatê ku rûmeta karker biparêze û jiyaneke aramtir dabîn bike, heye.

Hemwextî van daxwazan, pêşxistina jêhatiyên karkeran û şiyanên wan ji bingehên misogerkirina pêşerojeke baştir û geştir in, nexasim ku pêdiviya rewşa aborî bi kedên hevbeş di navbera yekitî û aliyên berpirs de heye.

(mh/fr)

ANHA