Roja çarşemê betlane ye

Rêveberiya Xweser bi boneya Çarşema Sor, roja çarşemê anku 16’ê Nîsanê kir betlane.

Roja çarşemê betlane ye
14 nîsan, 2025   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi boneya Cejna Çarşema Sor biryarnameyek derxist. Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

''Roja çarşemê (16 Nîsan 2025) li hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê betlaneya fermî ye. Ev yek ji bo saziyên ku pêwîstiya wan bi berdewamkirina kar heye, ne derbasdar e.”

(bb)