Bi boneya 4’ê Nîsanê dar hatin çandin û semîner hat dayîn

Li Dirbêsiyê û Şedadê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dar hatin çandin û semîner hat dayîn.

14 nîsan, 2025   15:11
HESEKÊ

Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Partiya Kesk a Demokratîk bi hemahengiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê li Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê dar çandin.

Li pakrewangehê nêzî 50 şitilên darên gulan û serû hatin çandin.

Bi heman boneyê, Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê semînerek da. Semîner li Hola Kongra Star bi amadebûna şêniyan û endam û rêveberên saziyên sivîl hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, rêvebera Mala Jinan a Bajarê Şedadê Îtab Mihemed semîner da. Îtab di semînerê de behsa jiyana Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî ya avakirina civakek azad û demokratîk kir.

Îtab diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn nerîn pêşkêş kirin. Her wiha bal kişand ser banga wî ya aştî û civaka demokratîk û wekî rêya ber bi aştî û sepandina demokasiyê nirxand.

Îtab Mihemd her wiha îşaret bi feslefeya azadiya jinan kir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan wek şertê bingehîn ê avakirina civakeke exlaqî, polîtîk û jîngeheke demokratîk pênase dike.

(bb)

ANHA