Îsraîlê derdora Bendava Mentere ya Quneytîrayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê derdora Bendava Mentere ya li gundewarê Quneytîrayê topbaran kir.

Îsraîlê derdora Bendava Mentere ya Quneytîrayê topbaran kir
25 mijdar, 2026   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê topek avêt derdora Bendava Mentere ya li gundewarê bajarê Quneytîrayê yê başûrê Sûriyeyê. Lê agahiyên têkildarî windahî û zeraran de nehatin tomarkirin.

Ev topbaran, ligel berdewama ketin û binpêkirinên Îsraîlê li deverên başûrê Sûriyeyê, pêk tê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Îsraîlê ji destpêka 2026’an ve 121 cih kirine armanc, di encamê de 13 cih hatin wêrankirin û 7 kes hatin kuştin.

(f)