Li Reqayê mayînek teqiya: kalemêrek û zarokek mirin

Li başûrê Reqayê mayînek ji bermahiyên şer teqiya, di encamê de kalemêrek û zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li Reqayê mayînek teqiya: kalemêrek û zarokek mirin
25 mijdar, 2026   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), mayînek ji bermahiyên şer li herêma Ricim El Acoz ê başûrê Resafe yê Reqayê bi erebeyekê de teqiya, di encamê de kalemêrek û zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn.

SOHR’ê da zanîn ku ji ber teqînên bermahiyên şer ji destpêka 2026’an ve 304 kesan jiyana xwe ji dest daye û 511 kes jî birîndar bûne.

(f)