Tûra duyemîn a hevdîtinên DYA û Îranê li Romayê ye

Hat ragihandin ku tûra duyemîn a hevdîtinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, dê roja şemiyê li Romayê were kirin.

Tûra duyemîn a hevdîtinên DYA û Îranê li Romayê ye
14 nîsan, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê karên derve yê Hollandayê Caspar Veldkamp di civîneke Yekitiya Ewropayê (YE) de daxuyanî da û ragihand ku hevdîtin dê li Romayê bên kirin.

Çavkaniyên dîplomatîk ên ji navenda Romayê jî ji AFP’ê re got: “Tûra duyemîn a hevdîtinên nerasterast ên di navbera Îran û DYA’yê de, tê plankirin ku roja şemiyê li paytexta Îtalyayê bên kirin.”

Ji sala 1980’yî ve têkiliyên dîplomatîk ên her du dewletan nîn in. Her du dewletan bi navbeynkariya Umanê 12’ê Nîsanê li ser meseleya nukleerê ya Îranê hevdîtin kir.

Her wiha serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Grossi roja duşemê daxuyanî da û ragihand ku beriya hevdîtinên tûra duyemîn a Îran û DYA’yê, ew ê “di nava vê hefteyê de” serdana Tehranê bike.

Grossi di daxuyaniya xwe ya li ser X’ê de wiha got: “Di demekê de ku pêdiviya lezgîn bi çareseriyên dîplomatîk heye, girîng e ku bi ajansê re angajman û hevkarî were domandin.”

Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk a ku AFP’ê xwe gihandiyê, tê plankirin ku serdan roja pêncşemê were kirin.