Rewşa mirovî ya Xezayê û pirsgirêkên Moskov-NATO’yê rojevên rojnameyên erebî ne

Li Xezayê tevî agirbestê rewşa mirovî dijwar e û êşa şêniyên wê di nava wêraniya berfireh û nebûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê de kûrtir dibe. Di heman demê de, têkiliyên di navbera Rûsya û NATO’yê de ber bi aloztirbûnê ve diçin û tetbîqatên nukleer ên hevbeş jî zêde dibin.

Rewşa mirovî ya Xezayê û pirsgirêkên Moskov-NATO’yê rojevên rojnameyên erebî ne
24 cotmeh, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro de cih da rewşa mirovî ya li Xezayê û pirsgirêkên di navbera Rûsya û NATO’yê de.

Rojnameya El Bayan li ser rewşa mirovî ya li Xezayê û êşên xelkê wê nivîsî. Rojnameyê bi pirsa "Niştecihên Xezayê niha çawa dijîn?" kir. Rojnameyê destnîşan kir ku li ser erdê “dîwareke xaniyan, nexweşxane, dibistan, xwaringeh, dermanxane, mizgeft an dêrek tune ye ku sûd jê were girtin”.

Li gorî rojnameyê: "Niha li Xezayê kesê bextewar ew e ku konê wî heye da ku xwe û zarokên xwe ji germahiya rojê û sermaya şevê biparêze. Niha li Xezayê kesê bextewar ew e ku dikare cureyekî sebzeyan bikire û dikare hinek êzing an plastîkan bikire da ku wekî sotemenî bi kar bîne. Îro li Xezayê kesê bextewar ew e ku ji stasyonên avê lîtreyeke av ji bo xwe û malbata xwe distîne. Li Xezayê kesê bextewar ew e ku bikare dermanekî peyda bike.”

Rojnameyê destnîşan kir "Jiyana li Xezayê piştî agirbestê, ji bo zêdetirî 2 milyon kesan hema bêje ne mimkun bûye."

QONAXA NÎŞANDANA NUKLEERÎ

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê jî pirsgirêka di navbera Rûsya û NATO’yê de nirxand. Hate gotin: "Di nava nezelaliya çarenûsa civîna serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ku hatibû paşxistin, aloziyên di navbera Rûsya û NATO’yê de bi girîngî zêde dibin. Têkiliyên di navbera her du aliyan de bûne lîstikeke geza tiliyan ku sînorên tawîzên hevbeş diceribîne."

Rojnameyê destnîşan kir ku Washington bi rêya cezayan û hewldanên sînordarkirina bandora wê yê li Ukraynayê zextê li Moskovê dike. Di heman demê de Rûsya bi pêkanîna tetbîqatên nukleerî yên berfireh bersiv da û dide nîşandan ku ew amade ye dijberên xwe asteng bike. Li beramberî wê jî NATO’yê jî tetbîqatên nukleerî yên mîna wê pêk anîn.

Li gorî rojnameyê; "Ev pêşketin qonaxeke xwenîşandanên nukleerî û zexta di navbera Moskov û hêzên rojavayî de nîşan dide, her du alî jî dixwazin ji pevçûna rasterast dûr bisekinin. Ev tê vê wateyê ku çareseriyek ji bo şerê Ukraynayê hîn jî ne gengaz e."

(bb)