Rewşa Lubnanê û krîza li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî îro der barê helwesta rayedarên Lubnanê, nezelaliya rewşa hikumetê û tirsên ji pevçûneke nû ya bi Îsraîlê re nivîsîn. Her wiha helwestên der barê rêbazên xurtkirina peymana agirbestê li Xezayê de jî di rojevê de bûn.

Rewşa Lubnanê û krîza li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
28 cotmeh, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro bal kişand ser zêdebûna aloziyên li Lubnanê û astengiyên li pêşiya hewldanên çareserkirina krîza li Xezayê.

‘LUBNAN… ŞEREKÎ BERDEWAM Û ÇARESERÎ DERENG DIMÎNE’

Rojnameya El Şerq El Ewset derbarê rewşa li Lubnanê nivîsî û diyar kir ku welat ber bi pevçûnek nû bi Îsraîlê re diçe, ji ber "gelek daxuyanî û agahiyên ku atmosfera şer xurt dikin derketin." Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Lubnanê ji dînamîkên herêmî yên ku ji hêla civîna Şarm El Şêx ve hatine çêkirin "dûr in", û destnîşan kir ku "xwesteke Lubnanê ya danûstandinên nerasterast bi Îsraîlê re" helwesta wê qels dike. Rojnameyê hişyarî da ku nezelaliya fermî ya berdewam dikare rê li ber "krîzên navxweyî yên nû yên ewlehî, siyasî û aborî" veke".

MIJÛLIYÊN TRUMP

Rojnameya El Beyan ya Îmaratê behsa mijarên navneteweyî, bi taybetî mijûliyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump kir û destnîşan kir ku di rojeva Turmp de 3 mijarên herî girîng ev in: "Têkiliya bi Çînê re, ku mayîndebûna wê dê bi civîna wî ya siberojê bi Serokê Çînê Xi ve girêdayî be; ya duyemîn, têkiliya bi Rûsyayê re, ku piştî helwesta serokê Rûsyayê li ser arîşeya leşkerî ya dawî ya li dijî Ukraynayê hatiye, hatiye paşxistin; û ya sêyemîn, têkiliya bi pirsgirêka Xezayê re ye, ku bi çend têkiliyên girîng ên bi Îsraîl, welatên Kendavê, Misir, Urdun, Tirkiye, Îran û Fransayê re têkildar e."

‘ÇI GARANTIYA PÊKANÎNA PEYMANA XEZAYÊ HEYE?

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir divê mekanîzmayeke çavdêriya navneteweyî were damezirandin da ku çavdêriya pêkanîna peymana Xezayê bike, ji ber ku serkeftina rêkeftinê bi hebûna hêzeke bêalî û pêbawer a navneteweyî ve girêdayî ye.

Rojnameyê pêşniyar kir ku ev mekanîzma bi biryarnameyeke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve were girêdan peyman bibe yasayî û rewa.