Li Efrîna berhema 50 darên zeytûnê hate dizîn

Komeke niştecihan berhema zêdetirî 50 darên zeytûnê yên 3 şêniyên bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî dizî.

Li Efrîna berhema 50 darên zeytûnê hate dizîn
28 cotmeh, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê ragihand ku duh (27 Cotmeh) komeke niştecihan berhema  zêdetirî 50 darên zeytûnê dizî. Darên zeytûnê yên kesên bi navê  Şukrî Elî Murad, Mihemed Elî Murad û Îbrahîm Elî Murad in ku şêniyên gundê Bîkê yên Efrînê ne.

Rêxistinê ragihand ku niştecihan di nav çend saetan de berhemên zêdetirî 50 darên zeytûnê kom kirin û şaxên daran jî şikandin.

(k)