Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi wezîrê Fransayê û Barzanî re siberoja Kurdan li Sûriyeyê nîqaş kirin

Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransa û Nêçîrvan Barzanî re rewşa siyasî ya Sûriyeyê nîqaş kir, her wiha beşdaran teqezî li ser pêwîstiya beşdarbûna Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî ya birêvebirina welat, gihandina ber bi aramiya siyasî, ewlehî û aborî û jinûve avakirina welat de, kir.

Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi wezîrê Fransayê û Barzanî re siberoja Kurdan li Sûriyeyê nîqaş kirin
24 nîsan, 2025   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehemd, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li Hewlêrê bi wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot û serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, civiyan.

Li gorî QSD’ê diyar kiriye, di hevdîtina bi wezîrê Fransayê re, Jean-Noël Barrot pesna rola QSD’ê ya di têkoşîna dijî terorê de da û diyar kir ku pêwîst e tevahî şêweyên piştgiriyê ji vê hêzê re bên dayîn ku şerê dijî çeteyên "DAIŞ’ê" dewam bike, îstîqrar û ewlehiya Sûriyeyê bi giştî xurt bibe. Wezîrê Fransayê teqezî li ser beşdarbûna Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî ya birêvebirina welat kir, ku Sûriyeyê bigihîne îstîqrareke siyasî, ewlehî û aborî û jinûve welat were avakirin.

di hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re, her du aliyan girîngî da yekrêziya Kurdî, nêrînên der barê rewaşa Sûriyeyê û rewşa Kurdan tê de hatin parvekirin. Li kêlek wê jî rêbazên rûbirûbûna gefên DAIŞ’ê û terorîstan hatin nîqaşkirin. Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya giştî ji bo lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava anî ziman.

Girêdayî wê, siberoja Sûriyeyê û têkiliyên di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de, bi taybet piştî peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri îmze kiriye, hatin nîqaşkirin.

Di hevdîtinan de teqezî li ser pêwîstiya beşdarbûna Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de û misogeriya mafên wan ên destûrî hat dayîn, her wiha rêbazên başkirina rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin nîqaşkirin.

(fr)

ANHA