Xelkê Amûdê bi merasîmeke xiyabî xatir ji şehîd Milîtan Rojava xwest

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîmeke xiyabî ji bo şervanê QSD’ê şehîd Milîtan Rojava li dar xist û xatir xwest.

24 nîsan, 2025   16:54
AMÛDÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîmeke xiyabî ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Milîtan Rojava (Mihemed Emo) yê ku di 6'ê Çileya 2024'an de di êrişeke balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Minbicê şehîd bûbû li dar xist û xatir jê xwest.

Di merasîma ku li gundê Til Hebeş hatiye organîzekirin de bi sedan xelkê Amûdê û gundên derdorê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dûre gelek axaftin hatin kirin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zîwer Elî hemû şehîd bi bîr anîn û soza domandina rêya wan dubare kir.

Fermandarê QSD'ê Berxwedan Amûdê got: "Me bi hezaran şehîd dan, ku em bi aştî bijîn. Ev şehîd li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tê koşiyan."

Endama Kongra Star Nûra Hisên li ser jiyana şehîd Milîtan axivî û got wî jiyana xwe di oxira hezkirina welêt de feda kir.

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fuad Deqorî jî got: "Şehîd rêberên me ne, em ê bi fikir û têkoşîna wan ve girêdayî bin."

Bi navê malbata şehîd, meta şehîd Fexriya Meio soza domandina berxwedan û têkoşînê dubare kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Milîtan Rojava hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin.

Şehîd Milîtan Rojava ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye û malbata wî piştî dagirkirina bajêr di 19'ê Cotmeha 2019'an de ber bi gundê Til Hebeş ve koçber bûn.

Malbata şehîd, 11 cangorî di nav refên Hêzên Parastina Gel (HPG) û QSD'ê de feda kirin û navên wan di bîra gel de zindî man.

(mh/fr)

ANHA