Şehîdên Qereçoxê di salvegera şehadeta xwe ya 8’an de hatin bibîranîn

Rêveberiya Xweser bi boneya Roja Şehîdan a taybet bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî şehîd bi bîr anîn û diyar kir ku, "Şehîd mîrasa civaka me ne, fedakariyên wan rêça azadî û rûmetê ronî kir, ew garantorên serkeftinê, pêkanîna hêvî û xwestekên gelê me ne."

Şehîdên Qereçoxê di salvegera şehadeta xwe ya 8’an de hatin bibîranîn
24 nîsan, 2025   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya Roja Şehîdan a taybet bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 25’ê Nîsanê, "Roja Şehîdan" a taybet bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di wê rojê ji sala 2017’an de balafirên dewleta Tirk a dagirker li dijî şervan û fermandarên QSD’ê yên li çiyayê Qereçoxê komkujiyek pêk anî. Ew şehîd di têkoşîna xwe ya li dijî terora cîhanî ya bi nûnertiya rêxistina DAIŞ’ê de xwedî damxaya mezin bûn.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew tevahî şehîdên ku di oxira pêkanîna jiyaneke ewle û rûmet de canê xwe dane bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û got fedakariyên şehîdan û têkoşîna wan serefktin û destkeftiyên dîrokî pêk anîn; ji wan jî damezrandina Rêveberiya Xweser e.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de anî ziman ku şehîd mîrasa civakê ne û fedakariyên wan rêça azadî û rûmetê ronî dikin, şehîd garantorên serkeftinê û pêkanîna hêvî û xwestekên gel bi tevahî pêkhateyên wî ne, her wiha şehîd çavkaniya vîn û îsrara berdewamkirina xebata ji bo gel in.

(fr)