Rêveberiya Xweser tev li şahiya salvegera 63ˊyan a serxwebûna Ugandayê bû

Bi vexwendineke fermî ya ji Bakurê Afrîkayê ve, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li şahiya salvegera 63ˊyan a serxwebûna Komara Ugandayê bû.

Rêveberiya Xweser tev li şahiya salvegera 63ˊyan a serxwebûna Ugandayê bû
Rêveberiya Xweser tev li şahiya salvegera 63ˊyan a serxwebûna Ugandayê bû
Rêveberiya Xweser tev li şahiya salvegera 63ˊyan a serxwebûna Ugandayê bû
Rêveberiya Xweser tev li şahiya salvegera 63ˊyan a serxwebûna Ugandayê bû
9 cotmeh, 2025   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî bi rêya nûnerê xwe yê li Bakurê Afrîkayê Hikmet Îbrahîm tev li şahiya salvegera 63’yan a serxwebûna Komara Ugandayê bû.

Piştî şahiyê nûnerê Rêveberiya Xweser Hikmet Îbrahîm bi cîgirê serokkomarê UgandayêEdward Skandi, nûnerê serokkomar, berpirsê nivîsgeha serokkomariyê, hejmarek ji berpirsên dîtir re civiya. Her du aliyan rêbazên pêxşsitina têkiliyên dualî û hevkariya hevbeş nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser bi vexwedineke fermî ji hikumeta Komara Ugandayê de tev li Konferansa Meclisa Ciwanên Ereb û Afrîkayê ya li Uganda, di 6-10ˊê Cotmehê de hatibû lidarxistin bû.

 Meclisa Ciwanên Ereb û Afrîkayê (AAYC) rêxistineke ciwanan a navneteweyî ye, di 9ˊê Adara 2004ˊan de li paytexta Sûdanê Xertûmê, di komxebateke ciwanan de ku zêdetirî 3 hezar ciwan ji tevahî dewletên Ereb û Afrîkayê beşdar bûbûn de hat avakirin.

(fr)

ANHA