Rûspiyên eşîran û çalakvanên mafên mirovan banga rawestandina zimanê nefretê kir

Rûspiyên eşîran û çalakvanên mafên mirovan li Hesekê diyar kir ku ew zimanê nefretê napejirînin û banga diyalog û hevkariya neteweyî kir.

Rûspiyên eşîran û çalakvanên mafên mirovan banga rawestandina zimanê nefretê kir
23 kanûn, 2025   02:35
HESEKE
BILIND HECÎ

Rûspiyên eşîran û çalakvanên mafên mirovan li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji ajansa me re axivîn û der barê zêdebûna zimanê nefretê di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de fikarên xwe anîn ziman.

BEŞDARIYA RASTÎN

Şêx Mihemed El Elî, ji rûspiyên eşîra El Sada El Tufayhî diyar kir ku yekitiya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e, lê ji bo tevahiya Sûriyeyê jî girîng e. El Elî da zanîn kir ku divê Sûryeyî yek gel, yekgirtî bin, û bang kir ku rûpel ji rejîma berê were girtin. Her wia hişyarî da ku zimanê nefretê dê tenê nakokiyan girantir bike.

Şêx Mihemed Elî destnîşan kir ku berpirsiyariya rawastandina fitneya mezhebî ne tenê li ser yek alî ye, lê berpirsiyariyeke giştî ye, û da zanîn ku ji her kesî tê xwestin ku banga jiyana hevbeş û aştiya navxweyî bike.

El Elî behsa rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û destnîşan kir ku wan li dijî rêxistina terorîst a herî xeternak û hov a cîhanê şer kir û bi hezaran şehîd dan. El Elî got ku yên îro zimanê nefretê gur dikin kesên naskirî ne û hewlwestên wan ên berê yê xerab rêne zanîn.

QONAXEKE NÛ

Şêx Ekrem El Mehşûş, serokê Meclîsa Rûspiyan li Hesekê û yek ji rûspiyên eşîra Cibûr, got ku Sûriyeyê piştî şer û hilweşîna rejîmê ketiye qonaxeke nû. Lêbelê, "mixabin" welat ketiye qonaxeke zimanê nefretê bûye. El Mehşûr diyar kir ku axaftinên weha ji hêla kesên bêberpirsiyar ve têne kirin û ev zimanê ne zianê eşîrên Sûriyeyê ye.

El Mehşûş zêde kir ku eşîr pevçûn an şerê navxweyî qebûl nakin, û hişyar da ku tenê gelê Sûriyeyê dê ji vê nefretê ziyan bibîne. Wî tekez kir ku eşîrên Sûrî piştgirîya vebijarka danûstandin û diyalogê dikin, û hewl didin ku welat di bin rêbertiyek yekgirtî de be. Her wiha piştgiriya xwe ji bo QSD`ê anî ziman, ji ber ku endamên eşîran di nava refên QSD`ê de cih digirin.

ZÎHNIYETA PAŞGUHKIRINÊ

Parêzer Hesen Biro diyar kir ku zimanê nefretê bi awayekî metirsîdar zêde bûye. Biro diyar kir ku ev ziman ne diyardeyek nû ye, lê piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina  hikûmeta veguhêz a nû li Şamê, zêde bûye. Biro da zanîn ku ev zimanê nefretê bûye sedem bûyerên xwînî yên li dijî Elewiyên li peravê û Durziyên li Suweydayê.

Biro diyar ku ji desthilata heyî dihat xwestin ku medyayê kontrol bikin da ku zimanê nefretê rawstînin, lê di rastiyê de nijadperestî zêde bûye.

Biro destnîşan kir ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku hemû pêkhate û olên gelê Sûriyeyê dihewîne, bersiveke pratîkî ye li dijî zimanê nefretê ye û daxwaza rawstandina nefertê, ji ber ew dikare civaka Sûriyeyê hilweşîne.

(k)

ANHA