Rêveberiya Xweser banga rawestandina êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kir

Rêveberiya Xweser daxuyand ku berdewama êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir gefeke rasterast li ser jiyana nexweş, birîndar û xebatkarên tenduristiyê çêdike û banga lezgîn a rawestandina êrişan kir.

Rêveberiya Xweser banga rawestandina êrişên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kir
10 ÇILE, 2026   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên li ser nexweşxane û navendên tenduristiyê sûcên şer û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye, di heman demê de jiyana nexweş, birîndar û ekîbên tenduristiyê dixe xetereyê û rîskeke mezin a rûdana komkujiyan çêdikin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku ji bo rawestandina êrişan, parastian nexweşxane û binesaziya tenduristiyê, mîsogerkirina xebatan bê astengî ya ekîbên tenduristiyê tavilê destwerdanê bikin.

(b)