Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan didomin

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 14’an de berdewamin. Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl dide dawî li xwepêşandanan bîne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan didomin
10 ÇILE, 2026   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin.

Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 14’emîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.

Xwepêşandana gelên Îranê li 512 navçe, 180 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.

Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.

Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 14 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 311 xwepêşander hatine binçavkirin, herî kêm 57 xwepêşander hatine qetilkirin, 7 ji wan zarokin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine girtin de zêdetirî 167 jê zarokin û temenê wan di jêr 18 saliyê de ne. Her wiha 48 jê xwendekarên zanîngehê ne.

Hatiye gotin ku hêzên rejîma Îranê bi darê zarê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê di weşînin.