Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Îdiayên kontrolkirina Şêxmeqsûdê derew in

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb îdiayên hikumeta demkî ku dibêjin wan ji sedî 90’ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye, derewandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Îdiayên kontrolkirina Şêxmeqsûdê derew in
10 ÇILE, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê îdia kir ku wan ji sedî 90’ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê ev îdia derewand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê îdia kir ku wê ji sedî 90’ê taxa Şêxmeqsûdê kontrol kiriye. Em teqez dikin ku ev îdia derew in, xapandin e û tu rastiya wan tune ye. Lê di çarçoveya hewldanên binkeftî de tên belavkirin da ku sûc û binpêkirinên mezin ên ku milîsên Şamê li dijî sivîlan pêk tînin, veşêrin.

Li ser erdê, li eniyên taxa Şêxmeqsûdê şerên dijwar ên kolanan li dijî milîsên hikumeta Şamê tên kirin û derbên giran li wan hatine xistin.

Her wiha êrişên hovane yên bi tank û obîsan li ser taxê dewam dikin. Ev êriş sûcên sîstematîk in, armanc jî belavkirina tirsê di nava şêniyan de, wêrankirina binesazî û nexweşxaneyan e ku binpêkirina tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî û mirovî ye.”

(b)