Rêveberiya Sotemeniyê plana belavkirina mazota germkirinê diyar kir

Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê dest bi amadekariyên belavkirina mazota germkirinê ya zivistana 2025/2026 kir. Ev gav di encama civîneke berfireh de ya komîteyên pispor û nivîsgehên têkildar ên hemû bajarên kantonê, hat avêtin.

Rêveberiya Sotemeniyê plana belavkirina mazota germkirinê diyar kir
21 hezîran, 2025   05:15
QAMIŞLO

Di 16'ê Hezîranê de civîna Rêveberiya Sotemeniyê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin û tê de makanîzmayên tomarkirina navên şêniyan û diyarkirina hejmara lîtirên mazotê yên ku dê werin belavkirin, hatin nîqaşkirin. Di planê de biryar hat dayîn ku belavkirin li gorî karta dîjîtal û navendên fermî be.

Li gorî civînê dê ji 10' Hezîrana îsal heta 1'ê Çileya 2026'an kartên belavkirinê werin çapkirin û çalakkirin û mazot dê ji 15'ê Hezîranê heta 1'ê Sibata 2026'an were belavkirin.

Rêveberiyê ji bo her malbatekê 300 lîtir mazot bi nirxê hezar lîreyî ji bo her lîtirekê diyar kir, li ser vê nirxê 50 lîre ji bo her lîtirekê wekî qezenca stasyonê tê zêdekirin. Nirxê çalakkirina kartên malan jî 5 hezar lîre hat diyarkirin.

Li gorî planê, ji bo saziyên olî ji bo her sobeyekê 100 lître, ji bo her odeyeke dibistanê 100 lître û ji bo her sobeyeke saziyên sivîl û leşkerî 200 lître hatiye diyarkirin. Buhayê her lîtreykî jî 3 kezar û 50 lîre ye.

Mazota ku dê were belavkirin dê ji aliyê komîteyên pispor ên girêdayî rêveberiyên sotemeniyê ve were şopandin, endamên komîteyên dê ji bo şopandina kalîteya mazotê serî li stasyon û depoyên sotemeniyê bibin û di dema belavkirinê de bişopînin.

Ji bo belavkirinê jî nivîsgehên têkildar ên Rêveberiya Xweser dê çavdêriyê bikin. Ji bo pêşî li keysbazî û diziyê were girtin jî karta dîjîtal tê bikaranîn.

Ji bo çavdêrî û şopandina belavkirinê jî komîte hatin diyarkirin û makanîzmayek ji bo wergirtina giliyan hat çalakkirin. Dê komîte di nava 15 rojan li giliyan veger û bişopîne.

Ev gav di çarçoveya amadekariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo zivistanê û peydakirina mazotê li gorî rewşa jiyanî ya welatiyan de, hat avêtin.

(mh)