Komîteya belavkirina mazotê: Gelek malbatan mazot wernegirt

Berpirsê komîteya belavkirina mazotê ya Girkê Legê diyar kir ku gelek malbatan mazot wernegirt û xelk ji ber bihabûna mazotê gazincan dike.  

Komîteya belavkirina mazotê: Gelek malbatan mazot wernegirt
Komîteya belavkirina mazotê: Gelek malbatan mazot wernegirt
Komîteya belavkirina mazotê: Gelek malbatan mazot wernegirt
Komîteya belavkirina mazotê: Gelek malbatan mazot wernegirt
26 mijdar, 2026   08:18
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYÎD-ROHAT XELEF

Demsala zivistanê nêz bûye û hewa sar bûye û şêniyên Girkê Legê li hember zivistanê bêçare mane; mazot hem kêm e, hem jî biha ye.

Welatiyê bi navê Luqman Omer got: "Çi qasî mazotê belav bikin, em nikarin bikirin, gelekî biha ye. Lîtreya mazotê bi 115 lîreyê nû yê Sûriyê ye. Bihabûna mazotê barê me giran kiriye. Gelek malbat hene dê nekarin mazotê bikirin. Zarokên wan hene û ew bê çare ne. Em daxwaz dikin ku mazotê erzan bikin."

Merwan Qasim jî got: "Gelek malbat hene xizan in, nikarin debara jiyana xwe ya rojane bikin, ew ê çawa mazotê wisa biha bikirin. Jixwe 200 lître mazot têra kesî nake. Bi taybet malbatên ku hejmara wan zêde be, zarok, nexweş û îxtiyarên wan hebin."

Berpirsê komîteya belavkirina mazotê ya Girkê Legê Mihemed Mercan jî got: "Gel gazinca bihabûna mazotê dike. Derfeta wan nîn e ku mazotê biha bikirin û barê wan giran bûye. Gelek malbatan mazot negirt, ji ber ku nikarin pereyê wê bidin."

(np)

ANHA