Berdevka Akademiya Jineolojiyê: Bi nameya Rêber Apo re em ê rêbazên xwe biguherînin
Berdevka Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên diyar kir ku nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandiye armanca wan zelaltir kiriye û got “Ji bo ku jineolojî kûrtir bibe û di nava jiyanê de xwe bi cih bike, em ê rê û rêbazên xwe veguherînin.”

Berdevka Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehrîban Hisên têkildarî nameya ku Rêber Abdullah Ocalan şandiye ji ajansa me re axivî.
Zehrîban Hisên diyar kir ku dema nameya Rêber Abdullah Ocalan gihaştiye wan, hêzeke pir mezin daye wan, ji bo wan name wek perspektîfekê ye û wiha got: “Her gotineke Rêbertî ji bo me perspektîfek e ku divê lêkolîn li ser bê kirin. Rêbertî di nameyê de dibêje `Ji têkiliya min û dayikê ve, min dixwest bibim hevrêyê herî baş ê jinan`, `Navê kurê xwedawendê li min hate kirin` û ..hwd. Gotin û nirxandinên wî ku berê di nameyên xwe de şandine, em ê xebata xwe li gorî têkiliya di navbera wan de bidomînin. Heta em xwe bigihînin konfederalîzma jinên cîhanê bi giştî, em ê erka xwe ya ji niha jiyanîtir bikin.”
Zehrîban Hisên da zanîn ku jineolojî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe di Akademiya Jineolojiyê, navendên lêkolînan, gundê Jinwar, Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava de bi rêxistin dike.
Zehrîbanê destnîşan kir ku jineolojî zanista jin, jiyan û hevjiyana azad e û meraqeke pir mezin jê re heye. Saziyên jinan ên mîna Mala Jinan, Kongra Star û YPJ, hemû dibin bingehek ji avabûna jineolojiyê re û wiha axivî: “Di dersan de jin gelek caran dibêjin `me hîs kir, em li xwe vedigerin`. Mijarên hebûn, xwebûn û zanebûnê Rêbertî gelek caran di parêznameyên xwe de ji bo jinan wek çareyekê pêşniyar dike. Di aliyê civakê bi giştî de qebûlkirin û hezkirin ji jineolojiyê re heye, lê em xwe têr nabînin, lewma em ê asta xebatên xwe berfirehtir bikin.”
Zehrîban Hisên got wan nameya Rêber Abdullah Ocalan bi endamên navendên xwe re parve kiriye û dê naveroka nameyê bigihînin beşên civakê û wiha pê de çû: “Gelek xebatên ku em bikin hene, piştî nameyê armanca me zelaltir bû, ji bo ku zêdetir jineolojî kûr bibe û di nava şaxên jiyanê de xwe bi cih bike; em ê rê û rêbazên gihandina jineolojiyê bidin guhertin û veguhertin. Ji ber ku herî zêde tişta ku jineolojî rexne dike ew e; parçekirina zanistê. Di demên pêş de dê xebat û çalakiyên me ji bo vê yekê zêdetir bibin.”
(sb)
ANHA