Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytra û Derayê tevger kir

Hêzên Îsraîlê bi wesayetên leşkerî û tankan derbasî herêmên li gundewarên Derayê û Quneytrayê bûn, li wir gera leşkerî pêk anîn.

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytra û Derayê tevger kir
4 mijdar, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, îro hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ya ku ji 5 wesayetan pêk tê, ji baregeha El Cezîrê berê xwe da bajarokên Sîson û El Misrêtîya ya gundewarê rojavayê Derayê, piştre ber bi gundewarê Quneytrayê çû û gihîşte deriyê Ebû El Xisar.

Çavkaniyan da zanîn ku 3 tankên Îsralê ber bi herêma El Mieker tevger kir, li wir gereke leşkerî pêk anî, di heman demê de dewriyeyeke ji herêmên Meriya û Abidîn derbasî gundê Cumlê û Misrêtîya yê gundewarê rojavayê Derayê bû.

Hêzên Îsraîlê di malên li bajarokên Cebata El Xeşeb ê gundewarê Quneytrayê lêgerîn pêk anî, agahiyên der barê girtin û birîndarbûnê de nehatin ragihandin.

(sb)