Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket

Xebatên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê ji bo herêmên wan dewam dikin, îro karwanê heftemîn bi rê ket.

Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket
4 mijdar, 2026   10:41
HESEKÊ

Karwanê heftemîn ê koçberên Serêkaniyê yên ku li navendên koçberan li bajarê Hesekê dimînin, berê xwe dane 75 gundên xwe yên resen ên li gundewarên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê.

DI KARWANÊ DE 370 MALBAT HENE

Di civîna çapemaniyê de Endamê Parlamantoya Sûriyeyê Yasir Mensûr got: “Em hêvî dikin ku bi awayeke bi ewle koçber bihêjin warê xwe, em wekî parlamanter ji bo çavdêriya vegerê hatine vir.”

Yasir Mensûr diyar kir ku karwanê heftemîn ji 370 malbatan pêk tê, karwanê heştemîn jî wê sibe bi rê bikeve, hêvî kir ku bi awayeke bi lez karwan bên birêxistinkirin û hemû koçber vegerin warên xwe.

WÊ 847 MALBAT ÎRO Û SIBE VEGERIN WARÊ XWE

Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Kar û Barê Ewlehiyê li Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl da zanîn ku dê îro û sibe 847 malbatên koçber vegerin malên xwe yên li gundewarê Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê.

Mehmûd Xelîl destnîşan kir ku di hefteya bê de wê karwanê 9`emîn bi rê bikeve, ji bo şandina hezar malbatan xebat tên meşandin, beriya hatina zivistanê xebatên vegera hemû koçberan tên kirin.

(sb)

ANHA