Rejîma Îranê 5 ciwanên din darve kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka Gulana îsal de pênc xwepêşander hatine darvekirin û diyar kir ku dezgeha dadweriyê serxwebûna xwe winda kiriye û di bin kontrola Artêşa Pasdaran de ye.

Rejîma Îranê 5 ciwanên din darve kir
7 gulan, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa dadgehên dibin desthilatdariya rejîma Îranê de raporek weşand.

Di raporê de hat ragihandin ku tenê ji serê meha Gulana îsal ve, pênc ciwanên beşdarî xwepêşandan û nerazîbûnên li bajarên Urmiye, Îsfehan, Zahîdan û Şîrazê bûyîn, li ser bingeha îtîrafên bi darê zorê hatine darvekirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku dezgeha dadweriyê ya Îranê serxwebûna xwe winda kiriye, dadgehên şoreşê yên ku rasterast di bin çavdêriya Wezareta Îstîxbarata Îranê de ne û parastina rejîmê li ser milê wane, bi lezeke pir mezin cezayên giran li girtiyên siyasî dibirin ku ev dadgeh tenê li ser bingeha îtîrafên bi zorê û êşkenceyê biryara darvekirinê didin!

Rêxistinê da zanîn ku darizandin tenê çend deqîqeyan berdewam dike, parêzerên serbixwe qedexe ne û bêyî parastina parêzeran ceza li girtiyan tê birîn.

Ev kiryar binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û xala 10’emîn a Zagonên Gerdûnî ya Mafên Mirovane. Rejîma Îranê dezgeha dadweriyê wekî amûrekê ji bo tirsandina civakê bi kar tîne, di heman demê de pirsgirêkên qanûnî yên din ên xelkê tên piştguhkirin.