Trump çima ‘Projeya Azadiyê’ rawestand?

Çavdêran diyar kir ku sekinandina "Projeya Azadiyê" nayê wateya vekişîneke tevahî ya DYA’yê lê ji nû ve bicihkirineke taktîk e ku armanc dike pencereyeke nû ji bo dan û standinan bi Îranê re veke. Her du alî jî dizanin ku her pevçûneke berfireh li herêma Kendavê dikare bibe sedema bandorên cidî li ser ewlehiya enerjiya cîhanî û aramiya herêmî.

Trump çima ‘Projeya Azadiyê’ rawestand?
7 gulan, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser sedemên li pişt rawestandina “Projeya Azadiyê” ji aliyê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve û vebijêrkên li ber destê Îranê û vegera li dan û standinên nukleerî.

‘ÇIMA TRUMP ‘PROJEYA AZADIYÊ’ BERÎ KU DEST PÊ BIKE RAWESTAND?’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku rawestandina ji nişka ve ya operasyona deryayî ya bi navê "Hêrsa Destanî" guhertineke stratejîk a potansiyel di nêzîkatiya Washingtonê ya li hember krîza li gel Tehranê de nîşan dide. Li gorî rojnameyê, rawestandina operasyonê ne encama paşvekişîna Îranê yan jî serkeftineke leşkerî ya diyarker bû, lê bêtir nêzîkî nirxandineke ji nû ve ya rewşê ji aliyê DYA’yê ve xuya dikir, nemaze her du alî qebûl nakin ku herêmê bikişînin nava şerekî berfireh.

Hate gotin, rêveberiya Trump gefên leşkerî bêtir wek kaxezeke dan û standinê bi kar anîne, rawestandina operasyona deryayî jî bi awayekî neyekser nîşan dide ku vebijêrka leşkerî di vê qonaxê de gihaştiye sînorên xwe yên taktîk.

Rojnameyê bal kişand ser rola navbeynkarên herêmî, bi taybetî Pakistanê û da zanîn navbeynkaran kanalên dan û standinên nerasterast vekirî hiştine, di heman demê de zextên aborî û navneteweyî yên têkildarî ewlehiya enerjiya gerdûnî û aramiya bihayê petrolê nemaze ji ber hesasiyeta li Hurmuzê li hember bazarên gerdûnî û pozîsyona Çînê wekî hawirdekera herî mezin a petrola Îranê, dewam dikin.

‘DERFETA NÛ YA DAWÎN LI PÊŞ ÎRANÊ YE'

Rojnameya El Xelîc jî der barê mijarê de da zanîn ku rawestandina ‘Projeya Azadiyê' derfeteke dawîn da Îranê ye ku vegere ser maseya dan û standinan. Rojnameyê her wiha îşaret pê kir ku taktîkên berdewam ên derengxistinê yên Tehranê dikarin rê li ber aloziyeke leşkerî ya tundtir vekin.

Rojnameyê bal kişand ser pêşniyara Turmp a domandina dan û standinan bi Îranê re, beramberî rawestandina operasyonên leşkerî yên girêdayî jinûve vekirina Tengava Hurmuzê û diyar kir ku DYA li benda bersiva dawîn a Îranê ya der barê lihevkirineke pêşîn li ser bernameya nukleerî û ewlehiya deryayî de ye.

Li gorî rojnameyê; pêşniyara DYA’yê ji cemidandina dewlemendkirina uranyûmê li hember sivikkirina cezayan û berdana fonên cemidî yên Îranê û mijarên girêdayî ewlehiya tevgera navîgasyonê li Hurmuzê pêk tê, lê nakokî li ser mekanîzmaya çavdêriyê û dema wê dewam dikin. Hate gotin, gog niha li qada Îranê ye.

(bb)