Serokkomarên Îran û Fransayê axivîn:DYA'yê xiyanet kir

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi xiyanetê sûcdar kir.

Serokkomarên Îran û Fransayê axivîn:DYA'yê xiyanet kir
7 gulan, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Îranê ve hate weşandin Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi rêya telefonê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û bi zimanekî tund DYA rexne kir.

Di daxuyaniya Îranê de hate gotin: “Washington ji dîplomasiyê dûr ket û berê xwe da rêya gef, zext û pêkanînan. Ji ber vê yekê jî Îran nikare baweriya xwe bi DYA’yê bîne.”

Rêveberiya Tehranê diyar kir ku bi DYA’yê re du caran pêvajoya danûstandinê hate destpêkirin, lê belê her du caran jî di dema pêkhatina hevdîtinan de êrişên leşkerî li hemberî Îranê hate kirin. Serokatiya Îranê got: “Ev helwest dişibe xiyanetê.”

RAGEŞİYA HURMUZÊ

Pezeşkiyan bi dewamî anî ziman ku muzakereyên li ser jinûve vekirina Tengava Hurmuzê, tenê dema ku dorpêça DYA’yê ya deryayî bi dawî bû dikare pêk were.

DYA: EM GİHÎŞTİN ARMANCA XWE

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Tommy Pigott jî îdîa kir ku di çarçoveya Operasyona Epic Fury de ew gihîştin armancên xwe. Pigott ji qenala Al Jazeera ya ji Qatarê re axivî û îdîa kir ku hêzên Îranê di asteke girîng de hatine lewazkirin.

Pigott her wiha destnîşan kir ku ti welat nikare biryarê bide ku kî wê rêyên deryayî yên navneteweyî bi kar bînin, kî bi kar neyîne û li ber girtina Tengava Hurmuzê rabû.

Pigott anî ziman ku Serokê DYA’yê Donald Trump çareseriya dîplomatîk tercîh dike û got, “Trump di mijara ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka nukleerî gelekî cidî ye.”

PEYAMA FRANSAYÊ Jİ BO ÎRANÊ

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî daxuyanî da radyoya RTL’ê û anî ziman ku Tengava Hurmuzê ‘nirxê hevpar ê mirovahiyê’ ye.

Barrot got: “Tengavek ne dikare bê astengkirin ne jî weke amûreke şantajê bê bikaranîn. Heta tengav girtî be divê ti ji pêkanînên li ser Îranê neyê rakirin.”

Wezîrê Fransayê her wiha got, keştiya balafiran Charles de Gaulle ber bi herêmê ve diçe û diyar kir ku ev yek sekna parastinê ya Fransayê xurt dike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê Mélanie Gugelmann jî anî ziman ku welatê wê ji bo hevdîtinên gengaz ên navbera DYA û Îranê amade ye ku malovaniyê bike.

Gugelmann ji ajansa nûçeyan a Rus TASS’ê re axivî û got: “Swîsre her tim amade ye ku piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk ên bi nêta baş. Cenevre dikare bibe yek ji navendên muzakereyeke gengaz.”