Li Tirkiye enflasyon ji sedî 32,37 zêde bûye

TUÎK'ê daxuyand ku enflasyona meha Nîsanê ji sedî 4,18 zêde bû û enflasyona salane bû ji sedî 32,37.

Li Tirkiye enflasyon ji sedî 32,37 zêde bûye
4 gulan, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ENAG'ê jî enflasyona meha Nîsanê 5,07 zêde bûye û li gorî sala par enflasyon bûye jî sedî 55,38.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), enflasyona meha Nîsanê wek 4,18 diyar kir.

TUÎK'ê da zanîn ku enflasyon li gor sala borî ji sedî 32,37 zêde bûye.

Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) jî enflasyona meha Nîsanê bû ji sedî 5,07 e û li gorî sala borî enflasyon ji sedî 55, 38 e.