Refîq Xefûr: Diyar e dewlet bi awayekî taktîk li pêvajoyê dinêre

Refîq Xefûr da zanîn ku ji ber ku niyeta Rêber Abdullah Ocalan û Kurdan a çareseriyê ye, bi cesaret gavan diavêjin, lê niyeta dewleta Tirk ne zelal e û bi awayekî taktîk li pêvajoyê dinêre.

Refîq Xefûr: Diyar e dewlet bi awayekî taktîk li pêvajoyê dinêre
16 cotmeh, 2025   03:15
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, birêveçûna pêvajoyê û gavneavêtina dewleta Tirk di nava pêvajoyê de, endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Xefûr ji ANHA`yê re axivî.

Refîq Xefûr diyar kir ku ji hêla tevger, Kurdan û Rêber Abdullah Ocalan ve projeya çareseriyê heye, lê aliyê din proje li ser înkarkirinê ava kiriye, lewma her du proje ji hev cuda ne û wiha anî ziman: “Veguhertina projeya şer û înkarê bi aştiyê, ne hêsan e, zehmet e qanûn bên guhertin. Hemû li gorî 100 salên derbasbûyî amade bûne ku tê de li ser çawa gelekî, zimanê wî û çanda wî tune bike, xebitîne.”

‘NIYETA DEWLETÊ NE ZELAL E`

Refîq Xefûr got “Gelo rastî niyet heye ew gav cidî bê avêtin an na?” û da zanîn ku ev xaleke girîng e, di aliyê Kurdan de niyet a çareseriyê ye, lewma bi cesaret gavên xwe diavêjin. Lê li aliyê din ev niyet raste yan na, heta niha jî tam ne zelal e û wiha got: “Ji bo me Kurdan çareseriya doza Kurd, demokrasiya Tirkiyeyê û avakirina jiyaneke azad, stratêjî û çareserî ye, ji bo aliyê din diyar e wek taktîk lê mêze dikin. Biryarên girêdayî danûstendinên di nava pêvajoyê, bi darê zorê dibin an bi bawerî, heke di bin zextê û zorê de be xebateke ne cidî ye, lê heke serbixwe, bi dil û wijdan û hezkirin be wê çareseriyê pêk bîne. Biryarên ku ji aliyê Rêber Apo û xelkê derdikevin bi dil û wijdan in ev tişta dikin çareserî ye. Di qadên navneteweyî jî de gavên ku ji aliyê Kurdan ve têne avêtin, di asteke baş de hatine pêşwazîkirin.”

Refîq Xefûr destnîşan kir ku niha di nava pêvajoyê de qonaxek derbas bû, dewlet gihişt wê baweriyê ku geleke din heye, zimaneke cuda heye, ew ê li ser wê danûstendin bikin, divê li gorî destûrê bên sererastkirin, dewlet çi qasî amadeye piştî 100 salan perwerdekirina ser zîhniyeta xwe vê gavê bavêje, divê li vê deverê gavên cidî bavêjin.

‘DIVÊ GEL Û ALIYÊN LI TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN`

Refîq Xefûr bal kişand ser daxwazên civaka li Tirkiyeyê û diyar kir ku hemû dixwazin jiyaneke aram, demokratîk û biîstîqrar bijîn, lê aliyê şerxwaz dixwaze çareserî çênebe. Bandoreke girîng a pêvajoyê li ser civaka li Tirkiyeyê heye û bi vê pêvajoyê re rastiya kemalîzmê derkete holê û wiha got: “Divê gelê Tirk, sazî û partiyên wan, demokratên Tirk, sosyalîstên Tirk û femînîstên Tirk ji bo jiyaneke aram, piştgiriyê bidin vê proseyê.”

‘LI DÛRÎ HINCETAN DIVÊ GAVAN BIAVÊJE’

Refîq Gafûr di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên der barê Rojava de û wiha got: “Niha dewleta Tirk bala xwe daye ser Rojavayê Kurdistanê û QSD`ê. Eleqeya Tirkiyeyê pê çi ye? Çima vê yekê dike hincet? Ew derveyî dewleta wî ye, ji aliyê yasayên navneteweyî ve jî ev destwerdana derveyî welatê xwe ye. Divê ew pirsgirkên nava xwe çareser bike û gava biavêje.”

ANHA