Li Tertûsê cenazeya jinekê hat dîtin

Li Kornîşa Tertûsê cenazeya jinekê destgirêdayî hat dîtin. Ev bûyer, di demekê de ku sûcên kuştinê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne, pêk hat.

Li Tertûsê cenazeya jinekê hat dîtin
15 cotmeh, 2025   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li Kornîşa bajarê Tertûsê cenazeya jinekê destgirêdayî hat dîtin. lê sedemên vê bûyerê heta niha nehatine zanîn.

Hat diyarkirin ku ji bo destpêkirina lêpirsîn û lêkolînan cenaze ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Li hemberî vê sûcê gel hêrs û bertekên xwe nîşan da, bi taybet li gel berdewama tevliheviya ewlehî û krîzê, sûcên qetilkirinê li herêmên perava Sûriyeyê.

(mh/fr)