Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike

Apê Casim El Nasir ji saetên serê sibê ve li ser qeraxên çem radiweste û tora xwe ya masîvaniyê vedigire, lê gelek caran vala vedigere. El Nasif gazinan dike ku hin kes bi alavên qedexe masîgiriyê dikin ku zirarê didin jiyana binav.

Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
Masîgiriya bêserûber li ser masîgiriya li Firatê metirsiyê çêdike
16 cotmeh, 2025   06:15
REQA
ENES MIHEMED

Di rojên dawî de, li ser medyaya diîjîtal wêneyên bi dehan masiyên mirî li qeraxên Çemê Firatê hatin weşandin. Çend masîgiran diyar kirin ku sedema vê yekê bikaranîna rêbazên masîgiriyê yên ne rewa ye, wekî dînamît û elektrîkê, ku bi piranî di derengiya şevê de têne bikar anîn, ev rêbaz dibin sedema mirina gelek masiyan û tunekirina jiyana binavê ya çem.

Masîgirê 50 salî Casim El Nasir ji taxa El Meşleb a Reqayê ye, ji ajansa me re got ew ji deh salan zêdetir e masîgiriyê dike. El Nasir got: "Ez ji bo bêhnvedanê diçim masîgiriyê. Berê min têra xwarinekê masî digirtin û malbata min pê têr dibû. Niha ez tenê 2 masî yan kêmtir digirim, ji ber masîgiriya bêserûber ku jiyana çem wêran kiriye."

Masîgir dibêjin ku di deh salên borî de masîgeriya bêserûber pir zêde bûye, bûye sedema tunekirina gelek cureyên masiyên xwecih ên çemê Firatê.

El Nasir bang li masîgiran kir ku rêbazên masîgiriyê yên naskirî bikar bînin û  masiyan bi rêya dînamît, elektrîkê û jehrê nekujin. Her wia da zanîn ku ev rêbaz ne tenê masiyên mezin dikuje, lê jiyana masiyan bi tevahî tune dike.

SAZIYÊN FERMÎ HIŞYARÎ DAN

Serokê Ofîsa Yekitiya Masîgiran a kantona Reqayê Yûsiv El Qasim der barê mijarê de got: "Me bi dehan hişyarî dane masîgirên ku alavên qedexe bi kar tînin, her wiha me agahî da dezgehên ewlehiya hundirîn ên li kantona Reqayê, me zêdetirî 10 nameyên fermî şandine da rê li ber masîgeriya bêserûber bigirin, lê mixabin me encameke berbiçav nedîtiye.”

XETEREYEKE NÛ: MASÎYÊN BALTA

Xetereyeke din a ku bûye cihê metirsiyê, cureya masiyan a bi navê balta ye. Ev cureyê masiyan bi rêya çemê Belîx ji avên Tirkiyeyê ketiye nava avên herêmê. Ev cureyê masiyan pir zû zêde dibe, her 40 rojan carekê zêde dibe, lê ew li ser hêkên masiyên din dijî, lewma jiyana masiyên xwecih ketine xetereyê. Li gorî El Qasim ev cureyê masiyan pir bi dasî ye û goştê nexweş e û nayê xwestin.

HIN CUREYÊN MASIYAN TUNE BÛNE

Niha hin cureyên masiyan di ava Firatê de mane, wekî masîyên kerb, silûr, cerî, bunî, arûsî û borî, lê ev cure hemû di salên dawîn de pir kêm bûne û heke masîgiriya bêserûber dewam bike, dê ew jî nemînin.

El Qasem behsa hin cureyên masiyan kir ku di salên dawîn de li Çemê Firatê nemane, bi taybetî masîyên cezer, masîyên romî û masîyên kersîn, her wiha masîyên buraq.

El Qasem bang li saziyên têkildar kir ku tedbîrên hişk bigirin da ku masîgiriyê biparêzin û hişyarî da ku berdewamiya vê rewşê dê bibe sedema tunebûna hemû cureyên masiyan.

(k)

ANHA