Koçberên Efrîn û Şehbayê di rewşeke dijwar de dijîn

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li kampên demkî yên bajarê Tebqayê dimînin, ji ber rewşa hewayê û kêmbûna alîkariyên mirovî di rewşeke dijwar de dijîn.

14 sibat, 2025   07:07
TEBQA
MIHEMED ŞÊX

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li navend û kampên demkî yên bajarê Tebqayê dimînin, ji ber rewşa hewayê, barîna baranê û kêmbûna alîkariyên mirovî di rewşeke xerab û dijwar de dijîn. Di encama sermaya zêde û barîna baranê de av ket nav çadiran û nexweşî di nav zarokan de belav bûn. Li hemberî wê jî tu alîkarî ji rêxistinên mirovî û bijîşkî nehatin pêşkêşkirin.

Girêdayî mijarê, Ronahî Hisên ku ji 2018’an ve ji Efrîna dagirkirî koçber bûye got: “Em ji ber barîna baranê û sermayê gelek zehmetiyan dikişînin. Zarok nexweş bûn û hin jî mirin. Ji ber ba û tunebûna rêbazên ewle yên germkirinê jî agir bi 4 çadiran ket."

Ronahî Hisên destnîşan kir ku tevahî koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê bi hêvî ne ku bi ewlehî vegerin Efrînê, lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê hatin derxistin.

Koçber Hisên Elî jî got: “Ev ne cara yekê ye ku em koçber dibin. Em di çadiran de dijîn û ew çadir jî me ji baran û sermayê naparêzin. Xelk bi baranê kêfxweş dibin, lê em aciz dibin. Ji ber av dikeve nav çadiran û zehmetî girantir dibin."

Hisên Elî wiha li gotina xwe zêde kir: “Em dixwazin vegerin mal, xak û nava zeytûnên xwe. Malên me hene ku me ji sermayê biparêzin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku wê ji herêmê derxe û teslîmî şêniyên wê yên resen bibe."

Li aliyekî din jî Îmad El Omer ku zirar dîtiye û zarokekî wî yê astengdar jî heye, got: “Ez bi malbata xwe û zarokê xwe yê nexweş re di çadirekê de dijîm û êdî pereyên ku şîr ji wî re bikirim jî nema."

El Omer bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî kir ku dagirkeran ji herêmê derxin û koçberan vegerînin warên xwe û got: “Eger em vegerin warê xwe, hewcedariya me bi alîkariyên kesekî tune ye."

(mh/fr)

ANHA