Rêber Abdullah Ocalan: Kesên hêz û exlaqê wan nebe, eşqa wan jî nabe

“Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê mîna Ferhat û Şîrîn ez ê ti carî negihiştibûmayê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî xebata bi eşq bû. Exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tinebin, ne eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê dibe.”

Rêber Abdullah Ocalan: Kesên hêz û exlaqê wan nebe, eşqa wan jî nabe
12 tebax 2024   02:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di paraznameya xwe ya 5’an de li ser pirsgirêka jinê, têkoşîna azadiya jinê, veguhertina zilam, eşq û exlaqê eşqê nirxandinên gelekî kirine û rêya çareseriyê nîşan dide. 

Beşek ji van nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wiha ye: 

“Min der barê jinê de cara pêşî di Adara 1987’an de dest bi analîzan kir. Belaya bi riya jinê anîbûn serê min ango anîbûn serê tevgerê, min heta bi mejiyê hestiyê xwe his kiribû. Li hemberî helwestên ku hevriyên min dîn û har kiribûn, min cara pêşî bi rêbazeke nû, bi rêbaza analîzan hewl da bersivê bidim. Di serî de Ayşe Akarsu ya Pazarcixî, Saîme Aşkin a ji Dêrsimê û Ayten a ji Nisêbînê ku bi kuştinê hatibûn cezakirin, di vê gavavêtina min a analîzan de xwedî par in. Ji ber ku min cezakirina van jinan ticarî nikarîbû qebûl bikim. Pirsgirêka jinê her ku diçû ciddî û giran dibû. Her serê dewreyeke perwerdeyê min analîzên der barê vê mijarê de gaveke din pêşde dibir û kûr dikir. Jinên ciwan her ku diçû di nava refên me de zêde dibûn û vê jî dikir ku em bersiveke bi kok bidin pirsgirêka azadiya jinê. Lê belaya bêrehm a bi navê Kesîreyê li ser serê min di vê xebata min de bi rola sereke radibû. Kuştina wê ne rast bû, lê ewqasî bêîmkan kiribû ku mirov nikarîbû saetekê jî bi wê re bimîne. Hêmaneke gelekî zîrek bû. Çawa ku hevrê Mahsûm Korkmaz bû şehîd, gotinên wê kirî nîşan didin ka çiqasî zîrek e, û çiqasî rast rêxistinê dişopîne. Gotinê wê ev bûn: “Kesê ku tu herî zêde jê piştrast û pê ewle Mahsum Korkmaz jî çû, niha tu yê çi bikî?” Mîna ku bixwaze ez paş ve gavê biavêjim û teslîmî wê bibim. Bi hêrs û êşa ji ber helwestên bi vî rengî min pêngava 1987’an avêt. Bi rêbazên ji rêûresmê min karîbû hezar caran ew bikuşta yan berdana û jê rizgar bibûma. Lê maneya helwesteke bi vî rengî ji bo min têkçûneke îdeolojîk û polîtîk bû. Wekî din, min partî û rêxistin bi wê re parve bikira yan jî teslîmî wê bikira, dîsa encam ê heman tişt bûya. Hêmaneke duristbûya jî keda wê tinebû. Bi tenê bi hosteyî çavdêrî dikirin, bi maneyeke neyênî pêngavên taktîkî sor dikirin. Di şexsê wê de der barê jinan de çi hebû min dixwest ji hev derxim. Herweha min dixwest têkiliyên jin û mêran ên li dora min her ku diçûn xwe ferz dikirin jî ji hev derxim, lewma min dixwest bersivên bi kok ên azadî û wekheviyê bidim wan.

Eskeriyê ya ji sedî sed mohra mêran li ser e, û bi îdeolojiya mêrê serwer pêk hatiye gelekî bi rîsk bû; tiştekî wisa bû, mîna ku mirov dinamêtê bixe nava xebatan. Têgihiştina jin û mêrên heyî, ji têgihiştina cinsperestiya çor û ji rêûresmê wêdetir nediçû. Têgihiştina wan ji hev du re ji tehrîkkirin û sorkirinê, ji îşaretdayîna bi çav û birûyan wêdetir bi pêş neketibû. Min bi destê xwe belayeke mezin anîbû serê xwe. Fermandarê navdar Tevlîkirina jinan a nava xebateke mîna rêxistina ê gerîlla Che Guevara jî dema jinan digire nava refên xwe wê di warê tatmînbûna cinsî de şaş nabîne, weke pêdiviyeke hewcedarî pê heye qebûl dike. Min nikarîbû ev qebûl bikirana, min ev bi xwe û xebatên rêxistinê, nexasim jî qada eskerî bida qebûlkirin, ji serî ve maneya vê ew bû ku me xwe bi destê xwe tesfiye dikir. Min nikarîbû jin bi rewşa heyî jî bihişta, ji ber ku rewşa wê ya heyî jî ji bo tesfiyebûna me têrê dikir. Heval an jî ekîbek tinebû, hukim li xerîzeyên cinsî bike, wan bi awayekî rast, li ser bingehê hunerê polîtîk û berjewendiyên rêxistinê binirxanda. Ne ji bo min û ne jî ji bo rêxistinê rast bû ku me jin li derve bihişta û şoreşek bê jin pêk bianiya. Bi tenê rêbazeke din dima ew jî bi gotina gelêrî me yê ew ‘bi serî bikirana’ yan ‘serê wan girê bidana’ û ‘zewaca şoreşgerî’ ya rêxistinên çepgir ên şoreşgerî kiribûn mode jî dibe ku bibûya çare. Lê min ev rêbaz rast nedidîtin. Erê van rêbazan wê enerjiya şoreşgerî pûç bikirana, lê belê jixwe şert û mercên fizîkî derfet û îmkan nedidan zewac û sergirêdanên bi vî rengî. Ev dihat wê maneyê, kê kel û pelên xwe ber hev bikira wê berê xwe bidaya Ewrûpayê û lê bibûya penaber an jî biketa nava gel û li ser navê rêxistinê weke kurtêlxuran bijiya û ji bilî vê jî rê nedima. Ev jî şêweyekî din ê tesfiyekariyê bû.

Lê riya min ceriband, di çanda Rojhilata Navîn de şêweyekî têkiliyê bû, kes lê nefikirîbû û bîr nebiribû; li derveyî zewaca weke hewcedarî dihat dîtin, jiyan û şerekî di nava nakokî û têkiliyên diyalektîk de li ber çavan digirt. Di vê çarçoveyê de min dixwest ez hem mêr û hem jî bi taybetî jinê bi heyîna wan û azadiya wan a rastî ya insanî bida naskirin. Ev îmtîhaneke mezin a navxweyî ya şoreşgertiyê bû. Pirr hat îstîsmarkirin, pirr xirab hat bikaranîn, kirin destikê bi sedan xapan. Lê dîsa jî jinên delal û zîrek, jinên bi destê xwe û egîd bi van xebatan derketin holê. Me keçên gelekî bedew û zîrek şehîd dan. Ji bo em bersiva hesretên wan bidin hema bêje min her roj xwe ji nû ve afirand. Lê ji ber ku min nikarîbû bersivê bidim timî bi êş û jan bûm. Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê bi awayekî mîna Ferhat û Şîrîn ez ê ti carî negihiştibûmayê. Lê min bawer nekir ku pêkanîna vê bîranîna nostaljîk hewce û manedar e. Di şertên heyî de ango di nava sîstemên hegemonîk de min ji hev derdixist ku xwegihandina wê kuştina eşqê ye. Yanî, ya girîng ew bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan xebata bi eşq bû. Ya rastî, exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tinebin, kesên nikarîbûne vê hêzê û qabîliyetên xwe pêşde bibin, ne eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê dibe.

Di felsefeya Hegel de ji bo pêkhatina eşqê şert e ku tewazuna hêzê pêk bê. Ev şertê hewce lê belê kêm, jina bi hêzbûyî îfade dike. Em behsa tewazuna hêza maddî û çor nakin. Tewazuna hêzê ya behsa wê tê kirin, tewazuna fizîkî, derûnî û civakî ye. Ango tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevin û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez nava vê fikra felsefîk a para rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de pirralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirana û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hayjixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm. Ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê pênaseyê bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku diviyabû di vê mijarê de paşve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezar salan hişyar bibin keçikan dinêrî û hev himbêz dikirin. Tevî ku ez jî di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî ez netirsiyam wan bi hezkirin û hesreteke bê dawî himbêz bikim, û wan bikim taca serê xwe. Di vê mijarê de du têgihiştinên şaş timî xwe ferz kirin: Hin kesan bi awayekî kevneşopî dixwestin bi serî bibin, bi cinsperestiyeke çor a ti bingehê wê yê îdeolojîk, siyasî û çalakiyê tine di bin navê bi hev re bûnê de her cara firsend bidîtana tevgerên rezîlane nîşan bidana, kesên bi vî rengî têra xwe zirar didan. Li hemberî vê, kesên hişk mîna sofiyan, ango kesên xwe ditepisandin û bi navê, wê ji bandorên cinsperestiyê bibihurin, ji mezinkirina pirsgirêkê wêdetir ti encam nedidan. Xebatên li ser xeta demokratîk, azadî û wekheviyê hatin pêşdebirin bûn pîvaneke têkûz a azadiya civakî. Bûyerên pratîk rastî, xweşikî û qenciya nêzîkatiya bipîvan piştrast kirin.”