Rûspiyên Eşîra Igêdat çûn serdana birîndarên Dêrazorê

Piştî êrîşa komên girêdayî Hikûmeta Şamê yên ku sivîl kirine hedef, nûnerê Eşîra Igêdat bi şandeyekê re çû serdana welatiyên birîndar. Li gorî agahiyên bijîşkan rewşa 3 birîndaran giran e.

11 tebax 2024   14:54
DÊRAZOR

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê 9’ê Tebaxê ber destê sibehê bi topên hewan û obusan êrişî gundên Dêrazorê kiribûn û di encamê de 13 welatî şehîd, 5 jî birîndar bibûn.

Di êrişa li ser gundê Dehla de ji heman malbatê 4 kes şehîd bibûn, 2 zarok, dapîr û meta wan jî bi giranî birîndar bibûn.

Birîndarên ku li nexweşxaneya leşkerî ya Dêrazorê tên dermankirin, ji aliyê nûnerên Igêdat ve hatin ziyaretkirin.

Nûnerê eşîra Igêdat ê Herêma Cizîrê Şêx Hisên El- Ebrez li şandeyekê li nexweşxaneyê rewşa birîndaran pirsî û agahî wergirtin.

Di ziyaretê de Îsmaîl Ebûd ku di êrişa ser gundê Dehla de hevjîna wî, 2 zarokên wî û keça xwîşka wî hatin qetilkirin, her wiha xwîşka wî, dayîka wî û 2 zarokên wî jî birîndar bûn, xwest ku hesap ji kujeran were pirsîn. Îsmîl Ebûd, da zanîn ku hêzên QSD’ê bi hawara wan hatine û spasiyên xwe ji wan pêşkêş kirin. 

‘EM LI GEL QSD’Ê NE’

Şêx Hisên El- Ebrez jî destnîşan kir ku welatî di dema xwê de bûne hedefa êrişên hovane û got divê hesaba van sûcên li dijî gelê herêmê tên kirin, bê pirsîn.

El-Ebrez anî ziman ku hêzên QSD’ê li hemberî êrişan erka xwe pêk aniye, her wiha ji bo dermankirina birîndaran bêqusur kar kiriye û wiha dom kir:  “Em spasiya wan dikin ku di rojên wiha teng de li gel me ne. Em weke rûspiyên eşîra Igêdat hemû li gel şervanên xwe yên QSD’ê ne. Em ê bi hêza QSD’ê û bi îradeya gelên herêmê hemû êrîşên ku aramiya herêmê dikin hedef, têk bibin.”

REWŞA 3 BIRÎNDARAN GIRAN E

Bijîşk Mihemed Xelef jî derbarê rewşa birîndaran agahî dan û got: “Zarokê 12 salî yê bi navê Fehid ji serê xwe de derb xwariye û hinek perçe di laşê wî de hene, niha di bin kontrolê de ye. Rewşa zaroka 5 salî ya bi navê Melek gelekî giran e. Melek hem ji serê xwe, hem jî ji cerg û qirika xwe perçe xwariye. Dayîka bi navê Sûriya El-Ebûd ku temenê wê 50 sal e, ji zikê xwe giran bîrindar bûye û mejiyê wê zirarek mezin dîtiye. Keça ciwan a bi navê Melek Ebûd Hisên jî ji singa xwe giran birîndar bûye. Ji bo wê di nefes girtinê de zehmetî dikşîne. Ango rewşa wê jî girane”.

Dr. Mihemed Xelef anî ziman ku ew hemû derfetên xwe bikar tînin da ku birîndaran derman bikin û wiha dewam kir: “Weke nexweşxaneya leşkerî ya QSD’ê li hember êş û birînên gelê xwe em hewl didin bi erkên xwe yên mirovî rabin. Em bang li saziyên hiquqî û mirovî dikin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin.”

(a)

ANHA