10 DAIŞˊî li Kerkûkê hatin girtin

Dezgeha Îstîxbarat û Lêkolînên Federal ragihand ku li parêzgeha Kerkûkê 10 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û radestî dadgehê kirine.

10 DAIŞˊî li Kerkûkê hatin girtin
11 tebax 2024   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê Dezgeha Îstîxbarat û Lêkolînên Federal bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Kerkûkê operasyonek taybet hate lidarxistin û di encamê de 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine girtin li xwe mikur hatine ku peywendiyên wan bi firqeyên Qadisiye û Nehawend ên çeteyên DAIŞ’ê re hene û piştrast kir ku beşdarî çend êrişên terorî yên li dijî hêzên ewlehiyê bûne, her wiha çend wesayît teqandine.

Her wiha hate destnîşankirin ku çeteyên hatine girtin radestî dadgehê hatine kirin û hatine darizandin.